Saturday, October 24, 2009

KARAYILAN: 'NERAZÎBÛNÊN LI TIRKIYEYÊ GUMANÊN ME ZÊDE KIRIN'

KARAYILAN: 'NERAZÎBÛNÊN LI TIRKIYEYÊ GUMANÊN ME ZÊDE KIRIN'
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, gotinên Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan ên wekî 'emê vegerin serî' weke gefeke li Kurdan hatiye xwarin bi nav kir. Karayilan pirsî ma wê hê çi bike û got: 'Diviyabû Erdogan gotineke wisa nekiriya. Eger AKP di çareseriyê de ji dil e, divê bigota, 'me heta niha rastiya civakî ferq nekiriye û em şaşiyekê sererast dikin'. Hevpeyvîna taybet ya bi Karayilan re, hûn dikarin piştî bultena tirkî temaşe bikin.

KARAYILAN: 'NERAZÎBÛNÊN LI TIRKIYEYÊ GUMANÊN ME ZÊDE KIRIN'
Karayilan bersiv da pirsên rojnamevan û nivîskar Gunay Aslan û got ku ew dixwazin çûyina komên aştiyê bikin destpêka pêvajoyeke nû. Karayilan diyar kir ku ew bi taktîkî nêzÎ pêvajoyê nabin û got: 'Nerazîbûnên li hemberî pêşwazîkirina qasidên aştiyê, rê li ber gumanên cidî vekirin'.

KARAYILAN: 'GOTINÊN ERDOGAN TEHDÎT IN'
Karayilan, gotinên Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan weke gefxwarineke eşkere li hemberî gelê kurd nirxand û got: 'Rabûna ser piya ya gel, weke şow nirxandin tê maneya nedîtina êşa gelê kurd'. Karayilan banga berpirsyariyê li Erdogan kir û got: 'Diviyabû Erdogan ev gotin neanîna ziman. Eger bi rastî wê pêvojoyeke nû ya du-alî dest pê bike, divê vî şêwazî terk bikin'. Karayilan got divê Erdogan bigota, 'me heta niha ev heqîqeta civakî piştguh kir, û em vê şaşiyê sererast dikin'.

© Roj TV

No comments:

Post a Comment