Wednesday, October 21, 2009

UNHCR, Li Ser Vegerên Ji Mexmûrê Hişyarî Da Tirkiyê

Rûdawnet - Hewlêr: Li ser vegera penaberên Qempa Mexmûrê, Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hişyarî da Tirkiyê. UNHCR, dixwaze vegera ji Mexmûrê bo Tirkiyê li gor peymanên navneteweyî pêk were. Derbarê mijarê de UNHCR, nameyek şand ji Wezareta Derve ya Tirkiyê re û hişyarî da Enqerê. Di nameyê de tê bibîranîn ku kesên derbasî Tirkiyê dibin statuya wan a penaberiyê heye.

Di nameya UNHCRê de wiha tê gotin: ‘’Ev kes ji aliyê me ve tên parastin. Pêwist e li gor qanûnên navneteweyî ji Iraqê derkevin û bikevin Tirkiyê.’’

Di daxwiyaniyekê de bo CNN Turkê Berdevkê UNHCR yê Tirkiyê Metin Çorabatir got; ‘’Hatina 25 kesan însiyatîfeke, vê însîyatîfê kî werdigre bila wergire. Lê vegera bi kom divê bi agahiya Neteweyên Yekbûyî bê kirin.’’

Li ser pirsên ku ev kesên han bi fermanan çûne Tirkiyê jî Çorabatir wiha axifî: "Li gor agahiyên me ji Maxmûrê nêzîka 400 kesî bi xwesteka xwe daxwaza vegerê kirine. Veger me kêfxweş dike. Lê dîsan jî veger divê li gor qanûnan û agahiya Neteweyên Yekbûyî pêk were.’’

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî naxwaze wek Neteweyên Yekbûyî bike û dibêje: "Me deriyê xwe li Neteweyên Yekbûyî negirtiye lê em naxwazin gaveke wiha bavêjin."

No comments:

Post a Comment