Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 09. Cotmeh 2009 |



DIYAR A.Ş. BÛ HEDEF
Polîsên Şaxa Malî ya Miduriyeta Polîsan a Amedê, serê sibê di ser bûroya Diyar A.Ş. ya berê girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û di 2008'an de hatiye firotin ya li Diyar Galerîayê de girtin. Hate îdîakirin ku serdagirtin di çarçoveya lêpirsîna di 2008'an de bi hinceta, "Rêvberên şirketê wezîfeya xwe xirab bikar anîn" hatiye vekirin de pêk hatiye. Duh heta rojnameya me çû çapê lêgerîna li Diyar A.Ş.�ê dom dikir û polîsan gelek hard diskên kompîtoran û lênûskên malî destser kirin. Parêzerên Şîrketê, diyar kirin ku ji bo rêveberên şîrketê û xebatkarên şîrketê biryara binçavkirinê hatiye dayîn û 9 xebatkarên şîrketê yên li bûroyê hatin binçavkirin.
ŞAREDAR BINÇAV KIRIN
Polîsan, li aliyê din jî bi ser Mala Şaredarê Karazê yê berê Mehmet Kaya ya li Amedê de girt. Polîsên ku hatin Kaya ji mala wî bibin, piştî lêgerîna li malê ji malê derketin. Di heman saetê de rêveberê Diyar A.Ş'ê Cîhan Yildiz jî, di encama serdagirtan mala wî de hate binçavkirin.
LI MÊRDÎNÊ SERDAGIRTIN
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ên Qoserê, bi ser Şaredariya Qoserê de girt. Di serdagirtinê de ewraqên aîdî şaredariyê hatin vekolandin. Piştî serdagirtinê Midûrê Karê Kanalizasyonê yê Şaredariyê Midûrê Muhasebeyê Refîk Akay û xebatkarê teknîkê Mahmut ku paşnavê wî nehate hînbûn û Cîgirê Şaredar ê berê Omer Dermîrtaş hatin binçavkirin.
Dîsa Şaredariya Şemrexê ya berê Nuran Atli jî, dema serdagirtina mala wê ya li Şemrexê de hate binçavkirin. Hate ragihandin ku hejmara binçavkirinan dê hîn zêdetir bibe û kesên hatin binçavkirin dê wan bînin Amedê.
çavkani: Kurdish Onfo
No comments:
Post a Comment