Friday, October 30, 2009

Ocalan: Hatina koman planên dewletên pûç kirin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 30. Cotmeh 2009
löjl
güncel ANF 30.10.2009-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, hatina komên aştiyê û bi awayekî bi rûmet pêşwazîkirina wan ji aliyê gelê Kurd ve, niyeta rast a hikûmeta AKP'ê derxist holê... Ji lewra Ocalan anî ziman ku AKP di mijara aştiyê de ne ciddî ye û got: "Ez Erdogan dawetî cidiyetê dikim. Ji niha şûnde wê ti kom neyên Tirkiyê. Ji xwe pêwîstî bi hatina wan jî nema."...
HATINA KOMAN Û HELWESTA GEL A BI RÛMET NIYETA HUKÛMETÊ DERXIST HOLÊ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Çarşema bihûrî di hevdîtina xwe de, komên aştiyê yên li ser banga wî hatin Tirkiyê û tabloya derketî holê nirxandin. Ocalan diyar kir ku hatina komên aştiyê û pêşwazîkirina gelê Kurd a bi rûmet, niyeta rast ya hukûmeta AKP'ê derxist holê...

PÎLANÊN HUKÛMETÊ PÛÇ BÛN AKP JI WENDAKIRINA DENGAN TIRSIYA
Ocalan got, planên hukûmetê pûç bûn û weha dewam kir: "Aştî mijareke cidî ye û divê mirov rêzê jêre bigire. Her tişt hate fêmkirin. Kesên çûn wir ne tenê alîgirên DTP'ê yan jî PKK'ê bûn. Alîgirên AKP'ê jî di nav wan de hebûn. Jixwe ya ku hukûmet tirsand jî ev bû. Lê ev mijar bi fikara tirsa wendakirina dengan wê neyê birêvebirin. Ji aştiyê re cidiyet divê. Ji ber ku li ser banga min hatin, ez careke din malavahiya wan hevalan dikim. Bi vê hatinê re dilsoziya xwe ya bi min re nîşan dan. Bi hatina van koman û helwesta gelê Kurd nîşan da me nîşan da ku em aştiyê dixwazin. Lê belê hukûmet bi cidiyet nêzî vê helwesta me nebû."

BI BÊ HURMETÎ DIAXIVIN Û HEQARETÊ DIKIN
Ocalan got, "Li aliyekî wezîrê karê hundur Atalay tiştekî dibêje, li aliyê din malbatên eskeran bi armanca îstîsmarê diçin meclîsê û bi Serokê Meclîsê re hevdîtinê pêk tînin, bi awayekî bê hurmet Kurdan weke terorîst binav dikin. Ev bê hurmetiyeke mezin e."
Ocalan diyar kir ku AKP'ê di mijara çareserkirinê de ne cidî ye....

AKP NE TENÊ GEL HER WEHA DEWLETÊ JÎ DIXAPÎNE
Û got, AKP ne tenê gel, her weha dewletê jî dixapîne... Ocalan diyar kir ku AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere û bi vî awayekî zerarê dide dewletê...

EZ ERDOGAN DAWETÎ CIDIYETÊ DIKIM JI NIHA ŞÛNDE WÊ TI KOM NEYÊN TIRKIYÊ
"Aştî mijareke cidî ye, AKP ne ji dil e, ev kes aştiyê naxwazin. Qonaxa pêvajoya hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiyê nîşan dide ku hukûmet ne cidî ye. Niha dîsa hewl didin her gunehî bixin stûyê Kurdan. Ez Erdogan dawetî cidiyetê dikim. Ji niha şûnde wê ti kom neyên Tirkiyê. Ji xwe pêwîstî bi hatina wan jî nema."
Ocalan gotina Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a 'Wê her tişt vegere serî' jî nirxand û weha got: "Çi dikin bila bikin".... Ocalan bal kişand ser hewldanên tesfiyekirina tevgera azadiya gelê Kurd û weha dewam kir:

YA AKP DIKE LI DIJÎ OL, BIRATÎ Û DEMOKRASIYÊ YE
"Em CHP û MHP'ê li aliyekî bihêlin, jixwe ew aştiyê naxwazin. Yek jê neteweperestê faşîst e û yê din nijadperestê faşîst e. Jixwe şer dixwazin. Helwesta Bulent Arinç baştir xuya dike. Ez ji vir bang li birêz Arinç dikim. Ya ku niha AKP dike li dijî dînê Îslamê ye. Li dijî biratî û demokrasiyê ye jî. Birêz Arinç hûn dîroka Îslamê baş dizanin; hûn şerê Uhud, Bedîr û Xendeqê dizanin. Dibêjin 5 hezar esker û 5 hezar cerdevan mirine. Her weha dibêjin 40 hezar ji me jî mirine, yanî bi giştî 50 hezar kes mirine. Eger li wir 50 hezar kes miribin, ev yek tê maneya ku li wir şerek heye. Dibêjin, teror heye. Eger teror be jî, dîsa şerek heye. Eger şer heye, wê demê du aliyê vî şerî jî hene. Aştî jî di navbera aliyan de çêdibe."

NABE KU ERDOGAN LI GORÎ HESTÊN XWE TEVBIGERE
Ocalan weha got: "Ev kes hînê ditirsin ku kursiyên xwe wenda bikin. AKP ne ji dil e. Bi hatina komên aştiyê, niyeta AKP'ê jî derket holê. Ji xwe armanca min ji bangkirina li koman jî ev bû. Qaşo ev kes hesaban dikin ku min li vir bikar bînin û pirsgirêka li gorî xwe çareser bikin. Ew ê ti carî nikaribin min bikar bînin."

LI ŞÛNA AZADIYÊ TESLÎMIYETÊ LI GELÊ KURD FERZ DIKIN
Ocalan got, li şûna îradeya azad a gelê Kurd qebûl bikin, teslîmiyetê li ser ferz dikin û diyar kir ku di vî warî de, rewşa gel dişibe ya jinê: "Li ser gelê Kurd pîrekbûnê ferz dikin. Girîngiya ku ez didim jinê û azadiya wê li holê ye. Ez behsa çanda destavêtinê ya 5 hezar salan dikim. Jiyana bi çanda destavêtinê re, herî baş jin dizanin bê çawa ye. Îrade û kesayetiya jinê 5 hezar salin hatine tinekirin. Eger jin bixwaze jî, nikare hebûna xwe nîşan bide. Di warên civakî, pisîkolojîk, aborî, siyasî û çandî de, dor li jinê hatiye girtin. Niha jî vê yekê li ser gelê Kurd ferz dikin. Eger li ser esasê azadiyê û parastina kesayetiyê bin, ez ne li dijî hezkirin û evînê me. Di vê çarçoveyê de, ez silavê xwe ji tevahiya jinan re dişînim."

Ocalan behsa xebat û hewldanên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane kir û got; di vî warî de çi ket ser milê min, min bi cih anî. Ocalan asta ku gel û Tevgera Kurd gihiştiyê destnîşankir û got; dikarin biryarên xwe bi xwe bidin, ez êdî eleqeya xwe jê naynim.'

XETA YEKEMÎN ÎNKAR Û TINEKIRIN E
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser nexşeya rê ya hê di destê dewletê de ye û got, weke min di wir de jî destnîşan kiribû, li Kurdistanê hê 3 xetên polîtîk tên meşandin. Ji wan a yekemîn xeta înkar û tinekirnê ye û ev xeta MHP'ê û CHP�ê ye. Ocalan anî ziman, ku Ergenekonî jî di nava vê xetê de cih digire, ev kesên ku tevkujiya Êrmeniyan pêk anî, niha jî li pê tevkujiya Kurdan e.

XETA 2�YEMÎN JÎ DAMEZARANDINA DEWLETEKE PIÇÛK Û BI VÊ YEKÊ JÎ KONTROLKIRINA KURDAN E
Ocalan got, xeta duyemîn jî ewe ku hewl didin li başûr dewleteke piçûk a Kurdan ava bikin, Kurdan tev pê ve girêdin û bi vî awayî kontrol bikin. Ocalan diyar kir, DYE û AKP jî di vê xetê de ne û herwiha Barzanî û Talabanî jî bi wan rê vê xetê birêve dibin.

ARMANC TASFÎYEKIRINA MIN Û YA PKK'Ê YE
Ocalan destnîşan kir, armanc tasfîyekirina wî û PKK'ê ye û got; "Ev xeta AKP'ê, ji xeta yekemîn talûketir e. Ev tevkujiya çandî ye, qaşo hewildanên çareseriya xwe jî li ser vê xetê dide meşandin." Ocalan Mamoste Medya ya 10 salî ku li Amedê dersên Kurdî dida zarokan jî, mînak nîşan da û ev pirs kir; "Dozgerên te tehamul nake ku Kurd zimanê xwe yê dayîkê jî fêr bibin, ma ev e pêşîvekirina çareseriya te?"

HEWILDANÊN ÇARESERIYÊ YÊN HUKÛMETÊ TÊ WATEYA TEVKUJIYA ÇANDÎ, CIVAKÎ Û ABORÎ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, xeta 3. jî xeta ku ew diparêzin, sîstema KCK'ê ya rêxistinbûyîna Kurdan e û wiha dewam kir: "Dewlet çawa TUSIAD'ê qebûl dike, divê KCK'ê jî qebûl bike. KCK ne rêxistineke civaka sivîl ya ji rêzê ye, lê xwe birêxistinkirineke demokratîk a civakê ye. Ji bo baştir bê famkirin ezê mînakekê bidim. Bi Kurdî Xwendina KCK'ê dişibe Keçikê. Têgihiştina ma ye KCK'ê jî ev e. Weke lêgerîna keçeke piçûk û jinek a ji bo eşqê û azadiyê ye. Ev eşq, eşqa rastî ye. Yên ku dikarin vê eşqê rakin bila vê eşqê bijîn, yên nikarin bila dûr bisekinin. Pirsgirêka me bi yek-dewlet, yek-milet, yek alê re nîne. Pirsgirêka me bi sîstema dewleta yekpare re jî nîne. Heta dixwazin bira yek yek bimînin. Em tiştek zêde jî naxwazin. Bila mafên ku Fransayê dane Korîkayê ku wan jî Fransa ji xwe re mînak girtine, ji bo kurdan nas bike bes e. Dema Fransayê mafê azadî, herêmî û xweserî yê Korsîkiyan nas kir ma yekparebûna Fransayê xirab bû? Na. Niha rê nadin ku Kurd zimanê xwe yê dayîkê jî fêr bibin. Ev çîroka pêşîvekirina li pirsgirêkê jî, ne ya AKP'ê, ya DYE'ê ye. Ev pêvajo piştî hevdîtina 5'ê Mijdara 2007'an dest pê kir. Ev ne tenê projeya Hukûmetê ye jî, projeya dewletê ye."

HÊZ Û ÎRADEYA MIN A ÇEKAN BIDE BERDAN HEYE LÊ JI SALA 1999'AN VIR VE HÊZA HUKÛMETAN TÊRÊ NEKIR
Ocalan herwiha anî ziman, ku hêz û îrada wî ya çeka bide berdan heye. Lê ji sala 1999'an û vir ve, hêza hukûmetan ji bo vê yekê nebû û ti gav jî neavêtin. Ocalan got, "Ji hatina komên aştiyê jî diyar e, ku ji bo çekberdanê hê ez dikarim PKK'ê îkna bikim û wiha dewam kir:

EZ ÊDÎ DEST NADIMÊ, GELÊ KURD Û TEVGERA WÎ DIKARE BIRYARÊN XWE BI XWE BIDIN
"Li min gohdarî dikin, dilsozên min in. Lê ez êdî dest wernadim. Min di mijara çareseriya demokratîk û aştiyane de, ya ketî ser milê xwe bicih anî. Gelê Kurd gelekî bi rûmet e, ji bilî aştiyeke bi rûmet tiştekî din qebûl nake. Îradeya Kurdan a ji bo aştiyê çê bûye. Bila gelê Kurd ji MHP, CHP, AKP, DTP'ê, ji hemû partiyan û rewşenbîran vê pirsê bike; ji bo aştiyeke bi rûmet îradeya me heye, gelo ya we jî heye? Divê em rê nedin kesên dijberî aştiyê. Weke min gotibû, dibe ku ez li vê derê bimrim, bêm kuştin jî, ez nizanim lê ez hebim jî, tinebim jî, gelê Kurd û tevgera Kurd hatiye wê qonaxê ku, êdî dikare biryarên xwe bi xwe bidin û ji azadiya xwe û rûmeta xwe wê ti tawizan nede. Ez li vê derê nikarim biryara şer bidim, nadim jî. Vê biryarê tenê PKK dikare bi xwe bide. Hevalên Gerilla dilsozên min in, ez dizanim, lê gerilatî zehmet e. Divê xwe baş biparêzin. Bila komên weke Ergenekonê ji nava xwe tasfiye bikin. Waye ji ber komên weke Ergenekonê yên di nava wan de, di şikeftek de, bi komî têne kuştin. Divê baş li wan bikolin û derînin holê."

Ocalan di hevdîtina vê hefteyê de, bersiv da hin nivîsên Îsmaîl Beşîkçî û Baskin Oran jî. Ocalan der barê dîtina Beşîkçî ya 'divê dewleta kurdan hebe' û ya Baskin Oran ya 'nasnameya jorîn ya tirk tirsnake' de jî fikrên xwe anîn ziman.

BEŞÎKÇÎ XWEDÎ NIYETÊN BAŞ Û DURUST E, LÊ BELÊ EW BI NÊRÎNA DEWLETÎ NÊZ DIBE
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bersiv da hin nivîsên sosyolog Îsmaîl Beşîkçî û Prof.Dr.Baskin Oran. Ocalan bi bîr xist ku Beşîkçî dibêje, 40 mîlyon kurd hene, divê dewleteke wan hebe û got: 'Bi nêrîna dewletî nêzî pirsgirêkê dibe. Ez wî fêm dikim. Xwedî niyeteke baş û durust e. Bi peyama xwe dixwaze bibêje 'dewletê bixwazin.' Lê belê tiştên ez dixwazim bibêjim, tam fêm nake. Aliyê min ê sosyolojîk jî xurt in. Beşîkçî jî sosyolog e, lê belê nikare dewletê baş analîz bike. Dewlet ji bo gelan azadiyan nayne'.

DEWLET NE ÇARESERÎ YE
Ocalan anî ziman ku wî di parêznameya xwe de jî gotiye dewlet ne çareserî ye û wî aliyên civakî û dîrokî yên pirsgirêkê anîne ziman û wiha got: 'K.Mars, Lenîn û Mao jî, ne karîne dewletê baş tehlîl bikin. Îngilistanê deriyê xwe ji K. Marks re vedikir. Ew xwedî dikir. Armanca wê ew bû ku, wî li hemberî Almanyayê bikar bîne. Ez nabêjim, K.Marks ajanekî îngîlîz e. Lê belê xizmet ji siyaseta îngîlîz re kiriye. Ji ber vê sosyalîst û komunîstên alman, ji Marks hez nakin. Ji ber vê, li Almanyayê ne komunîzm, nijatperestî pêşketiye. Behsa faşîzma Hîtlerê dikin, lê belê Modernîteya Kapîtalîzm bi xwe faşîzm e. Lenîn li ser dewleteke sosyalîst difikirî. Prodhon, Kroptkîn û Bakunîn wan dewlet baş tehlîl kiribû. Hetta Kropotkîn li dijî Lenîn derdikeve û ji wî re dibêje ku, demokrasî tine dike û dîktatoriyê pêş dixe. Lenîn jî, ji bo wî digot, dîn bûye. Lê di encamê de Yekitiya Sovyetan hilweşiya. Çîn welatekî ku di krîza îro de, kapîtalîzm li ser piya dihêle ye. Yanî Kroptkîn mafdar derket. Dewleta sosyalîst nabe. Ji sosyalîzm jî dewlet nabe. Çavkaniya zexta mêtîngeriyê dewlet bi xwe ye. Ez nabêjim dewlet bi temamî tiştekî xerab e. Aliyên wê yên baş jî hene, lê belê eger dewleteke demokratîk û hiqûqî be'.

NASNAMEYA JORÎN A TIRK LI SER HEMÛ GELAN FERZ DIKIN
NASNAMEYA JORÎN YA TIRK FELAKETEK E
Ocalan bal kişand ser tespîta Baskina Oran ya wekî 'nasnameya jorîn ya tirk felaketek e' û dibêje ev tespîteke dereng-mayî ye. Ocalan got: 'Erê, 'nasnameya jorîn ya tirk felaket e'. Ez jî heman tiştî dibêjim. Nasnameya jorîn ya tirk li ser hemû gelan ferz dikin. Yên nasnameya jorîn ya tirk afirandiye bi xwe jî ne tirk in. Ji avakarên Îtîhat Terrakî, 2 kes kurd, yek ereb û yê din jî, arnavut e. Îdologê wan jî Ziya Gokalp e. Ziya Gokalp kurdekî zaza ye.

ÎNGÎLÎZ DIXWAZIN LI BAŞÛR, NETEW-DEWLETEKE KURD AVA BIKIN Û BI YEKÊ JÎ KURDAN BIGIRIN BIN KONTROLÊ'
Ocalan ev siyaset jî wekî siyaseta îngîlîzan bi nav kir û got: �Îngîlîzan berê hewl dan li Anatoliya Rojava, dewleta cihûyan ava bikin. Ji bo vê xwestin ax jî bikirin. Lê belê Osmaniyan ev qebûl nekir. Dû re li Filistanê ava kir. Niha jî dixwazin li Başûr, Netew-dewleteke kurd ava bikin, hemû kurdan li derdora vê kom bikin û bi vî rengî jî hemû kurdan bigirin bin kontrolê. Min li daxuyaniya Barzanî guhdarî kir. Ji bo min dibêje 'dijminahiya kurdan dike'. Armanca min azadkirina gelê kurd e. Barzanî an vê fêm nake, yan jî li hesabê wî nayê. Ez ji bo wî hêrs jî nabim. Dikare dewlet ava bike, lê belê divê ne feodal be, ji demokrasiyê re vekirî be'.

No comments:

Post a Comment