Friday, October 30, 2009

Roj TV: CENAZEYÊN GERÎLAYÊN HPG'Ê YUCE Û YILDIZOZ DOH ÊVARÊ LI AMEDÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN VEŞARTIN

CENAZEYÊN GERÎLAYÊN HPG'Ê YUCE Û YILDIZOZ DOH ÊVARÊ LI AMEDÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN VEŞARTIN
Di operasyonên eskerî yên li Çewlikê de 5 gerîlayên HPGê di navbera 24 û 25ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn. Li Amedê cenazeyên 2 gerîllayan hatin veşartin. Bi hezaran kesên cenazeyên gerîlayên HPG'ê Yuce û Yildizoz veşartin, dewleta tirk şermezar kirin û soza xurtkirina têkoşînê dan. Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş ji qetilkrina gerîlayên HPG'ê, hukumeta AKP'ê berpirsyar girt. YUCE Û YILDIZOZ DOH ÊVARÊ LI AMEDÊ
BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN VEŞARTIN
Artêşa tirk a ji ber belgeya hewldana darbeyê bi zehmetiyan re rûbirû ye, hewl dide bi operasyonên tinekirinê rojevê biguherîne. Artêşa tirk ji bo vê armancê li gelek deverên Kudistanê dest bi operasyonên berfireh kiriye. Ji ber operasyonên artêşa tirk di 24 û 25'ê cotmehê de li bejahiya Çewlikê şer qewimî û 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Merasima ji bo veşartina cenazeyên gerîla Hacî Yuce bi navê kod Hamza Derîk û Erdal Yildizoz Bager Andok doh êvarê li Goristana Yenîkoy ya Amedê hate lidarxistin. Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokê DTP'a Amedê Firat Anli jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasimê bûn. Bi hezaran kesî piştî wecîbeyên dînî yên li mizgeftê, kesk û sor û zer li cenazeyên gerîlayan pêçan û dûre jî bi gotina siloganên 'Tolhildan', 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Serok APO' heta goristanê meşiyan. Li Goristanê jî, bi hezaran kesî wêneyên her 5 gerîlayên di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hildan. Pişt re jî bi hezaran kesî, bi siloganên tolhildanê û soza xurtkirina têkoşînê, cenazeyên Haci Yuce û Erdal Yildizoz veşartin. Dûre jî Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û ji qetilkirina gerîlayan hukumeta AKP'ê berpirsyar girt. Demîrtaş diyar kir, ku yên kêfxweşiya kurdan fêm nakin, wê êşa kurdan jî fêm nekin û got: ' Em soz didin şehîd û hevalên xwe û dibêjin heta aştî û azadî bê, emê têbikoşin'.
Bi hezaran kes pişt re jî, bi gotina siloganên rûreşkirina dewleta tirk û sonda 'tolhildanê' û xurtkirina têkoşînê ji goristanê veqetiyan.

No comments:

Post a Comment