Wednesday, October 28, 2009

Roj TV: LI BRUKSELÊ CIVÎNEKE ÇAPEMENIYÊ HAT LIDARXISTIN

LI BRUKSELÊ CIVÎNEKE ÇAPEMENIYÊ HAT LIDARXISTIN
Piştî komên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê çûn Tirkiyê, çav li rê bû ku komek jî Ewrûpayê jî biçe. Lê belê koma aştiyê da xuyakirin ku wê çûna xwe ya Tirkiyê paşvexistiye. Koma aştiyê ya Ewrûpayê, doh li brukselê derbarê paşvexistina biryara cûyîna xwe de civîneke çapemeniyê li dar xist.. LI BRUKSELÊ CIVÎNEKE ÇAPEMENIYÊ
HAT LIDARXISTIN
Koma aştiyê ya Ewrûpayê ku ji 15 kesan pêk tê, doh li paytexta Belçîkayê Brukselê li Navenda Çapemeniyê ya Navneteweyî civîneke çapemeniyê organîze kir. Bi taybetî eleqeya çapemeniya Tirk balkêş bû. Civînê bi daxuyaniya çapemeniyê ya berdevkên komê Îsmet Kem û Wesîle Yuksel dest pê kir. Endama 2. Koma Aştiyê ya di 1999'an de çûyî Tirkiyê Aysel Dogan jî ji bo piştgiriyê amade bû.

JI BO KU PÊŞIYA XITIMÎNA SIYASÎ VEKIN Û LI SER BANGA OCALAN
ME BIRYARA ÇÛNA TIRKIYÊ DA
Berdevkê Komê Îsmet Kem bi van gotinan dest bi civîna çapemeniyê kir: "Me, koma aştiyê ji bo pêşiya xitimîna siyasî ya di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê de vekin û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara çûna Tirkiyê daye."

NAVÊN ENDAMÊN KOMA JI 15 KESAN
HAT EŞKEREKIRIN
Paşê navên endamên komê hatin eşkerekirin: Arîf Dirik, Ayten Kaplan, Bakî Uludag, Halîme Gokçen, Hasan Akbaba, Hîkmet Çetin, Hîkmet Karahan, Îsmet Kem, M. Cevat Akin, Mahmut Erol, M. Saît Yildirim, Muazzez Kaya, Ummuhan Surmeli, Velî Tekin, Vesîle Yuksel Îsmet kem di daxuiyanyê de da zanîn ku ji bo ew jî weke komên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê bibin bersiva hêviya mezin a aştiyeke bi rûmet û demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd, wan jî plan dikir 28ê Cotmehê biçin Tirkiyê.

No comments:

Post a Comment