Thursday, October 8, 2009

Hikûmeta Kurdistanê: Dirêjkirina Tezkerê Ligel 'Vebûna Kurd' Nagunce

Rûdawnet – Hewlêr: Roja 06.10.2009an Meclîsa Tirkiyê dema tezkereya operasyonên dersînor bo nav xaka Herêma Kurdistanê saleke din dirêj kir. Di vê derbarê de Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, daxwiyaniyek da malpera krg.org û got: “Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nîgeranî bere xwe didin biryara Parlamenê Tirkiyê ya dirêjkirina dema êrîş û rêpêdana artêşê bo bezandina sînorê Herêma Kurdistana Iraqê..” Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistan wiha axifî: “Pejirandina dûbare ya vê biryarê di dem û rewşeke wiha de ligel ku binpêkirina serwerî ya welatekî serbixwe wek Iraqê ye, hevdem digel siyaseta 'Vebûna Kurd' ku niha Hikûmeta Tirkiyê dimeşîne, hev nagre û nagunce, lewra em vê biryarê bo hîç pirsgirêkekê wek çareserî nabînin û berevajî vêna, em bo hemû pirs û qeyranekê, gotûbêjkirinan wek rêya çareseriyê dibînin.” Felah Mistefa daxw'yand ku pejirandina biryara bezandina sînorê Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê Meclîsa Tirkiyê ve ligel wan pêşketin û guhertinên erênî nagunce ku Tirkiyê li navxwe û herwiha di peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re daye pêşiya xwe. Lewra em hêvîdar in Meclîsa Tirkiyê piştgiriya hewlên hikûmeta xwe bike bo şêwazên çareseriya aştiyane û maqul, ne ku wek çareserî li metodên leşkerî bifikire. Di berdewamiya axaftina xwe de Felah Mistefa tekez kir ku tenê ji ber wêya pejirandina biryara Meclîsa Tirkiyê rê dide arteşê sînorê Herêma Kurdistana Iraqê bibezîne, hêvîdar in ew nebe sedema çêbûna alozî û dûbare komkirina hêz û operasyonan bi mebesta bezandina sînor ku ne di berjewendiya tu aliyekî de ye, tenê dibe sedema nearamiyê. Felah Mistefa da zanîn ku ji ber ev mesele bi hemû Iraqê ve girêdayî ye, hêvî dikin Parlamen û Hikûmeta Federal a Iraqê bo berevanîkirina serweriya welat li hemberî vê biryarê xwedan helwêst be.

çavkani: Rudaw

No comments:

Post a Comment