Tuesday, October 20, 2009

BI XÊR HATIN


Nivîskar Tsiatsan Dîrok: SêŞem, 20. Cotmeh 2009
löjl
güncel Bi armanca pêşwazîkirina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê tên zêdetirî sed hezar kes li Xabûrê civiyan. Ji serê sibehê ve ji 7 salî bigire heta 70 salî zêdetirî sed hezar kesî bi coşeke mezin bi armanca pêşwazîkirina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve herikîn. Ji Şirnex û navçeyên wê zêdeyî deh hezar kesî meşiyan qada li rex Garaja Tiran.
Welatiyan kincên neteweyî li xwe kirin, bi kesk, sor û zer qada pêşwazîkirinê xemilandin. Girseyê li ber stranên şoreşgerî yên kurdî govend girtin, bênavber sloganên, "Bijî Serok Apo", "Em ji Cudî û Gebarê qehremanên destan nivîsandîn silav dikin", "Rêwiyên aştiyê hûn bi xêr hatin" û "PKK gel e gel li vir e" avêtin. Li qadê alên PKK'ê û posterên mezin ên Ocalan hatin vekirin.

Li konên li qadê hatin vekirin, xwarin hatin dayîn. Ambulansên aîdî şaredariya DTP'î jî li qadê amade bûn.

Komên Aştiyê û Çareseriya Demokratîk ku dê di Deriyê Sînor ê Xaburê de derbas bibe, avahiya îdarî ku dê dozger li vir lêpirsînê bikin, amadekirî bi dawî bûn. Ji bo girtina îfadeyan 5 dozgerên rayedarên taybet û dadgerek li Xabûrê bûn. Ji Şirnexê, Wan û Amedê serokên baroyan hatin Silopiyê û ji bo dema girtina îfadeyan jî zêdetirî 40 parêzer amade ne. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê parêzer Muhsîn Bîlal û Sarokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey dema lêpirsînê dê li wir amade be. Naveroka nameyên koman ji bo rayedarên têkildar anîne ku tê meraqkirin, hate zanîn ku dê nameyên wekî parastinê bidin.

Hiquqnas jî bi hewlesteke xurt li hemberî Xala 221'an derketin komên tên nûnerên çareseriyê ne û wiha gotin: "Parastina me li gorî madeya 221'ê ya di TCK'ê dan ya 'Zagona poşmaniyê' nabe. Ji ber poşman bûne nayên."

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna, Parlamenter û şaredariyên DTP'î, Parlementerê serbixwe Ufuk Uras, endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, endamên komên aştiyê yên 1999'an hatine Tirkiyeyê û gelek nivîskar û rojnameger amade bûn. Dema rojnameya me çû çapê hêj Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê hatibûn derbasî Tirkiyeyê nebûbûn.

No comments:

Post a Comment