Sunday, October 18, 2009

"Helwesta li hemberî komên aştiyê dê pêvajoyê kişf bike"

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Rojeva Kurdistan û Tirkiîyeyê bi mijara Komên Aştiyê guherî.

Piştî banga Ocalan Komên aştiyê tên Tirkiyeyê dê bi beşdariya Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û bi deh hezaran kesî ve bên pêşwazîkirin.Hate zanîn ku koma aştiyê dê meşek ji Habûr, Cizîr, Mêrdîn, Amed û heta Enqereyê bidomîne.Komên aştiyê sibê tên.

Li KCK:"Emê 3 grûbên aştiyê bişînin Tirkiyeyê"

KCK’ê di daxuyaniya xwe de dibêje:” Serokatiya me Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 9ê kewçêrê de gotibû rêbazên siyasî û leşkerî nikarin nikarin arîşeya kurdî çareser bikin, proses xetimiye, ji bo rêlibervekirina prosesa çareserkirina arîşeya kurdî û siyaseta li Tirkiyeyê, pêşvebirina prosesa demokratîk, dikare careke din grûbên aştiyê herin Tirkiyeyê. Tevgera me vê pêşniyara serokatiya xwe helsengand û pêşniyara wî qebûl kir.”

KCK’ê dibêje:” Emê ji Qendîl,Kampa Mexmûr û Ewropayê sê grûbên cihê ên aştiyê bişînin Tirkiyeyê. Amanca şandina van grûban; rêlibervekirina prosesa aştiya demokratîk, nermkirina rewşa heyî, jib o çêbûna aştiyeke rasteqîn avakirina atmosfereke psîkolojîk e. Banga serokatiya me di heman demê de ji bo dewleta Tirkiyeyê mesaj û bangek e.Em berpirsiyariya ser mile xwe pêk tînin.Em hêvîdar in ev gav dê tesîreke baş li ser çareserkirina meseleya kurdî li Tirkiyeyê bike.”

Helwesta li hemberî komên aştiyê dê pêvajoyê kişf bike

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk piştgirî da biryara şandina 3 komên aştiyê û bi bîrxist ku lazim e ev wekî koên di sala 1999'an de hatine Tirkiyeyê wekî nîşaneya 'qelsiyê' neyên nirxandin. Turk diyar kir ku dê helwesta li hemberî koman pêvajoya piştî niha jî kifş bike. Turk bang li hemû kesê kir ku bi sed hezaran kesî di 19'ê cotmehê de li Silopiyê koman pêşwazî bikin.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ku pirsên ajansa me yên derbarê şandina 3 komên aştiyê de nirşandin, diyar kir ku piştgiriyê didin vê bibryarê. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, piştî hate destnîşankirin ku komên aştiyê dê ji Qendîl, Mexmûr û Ewropayê bêne Tirkiyeyê daxuyand ku ew ê komên ku dê bên bi awayekî girseyî pêşwazî bikin. Turk anî ziman ku vê hewldanê hêviyên ji bo çareseriyê zêde kirine û got; 'em helwesta ku dewlet dê nîşan bide, mereq dikin.'
Turk nêzîkbûna dewletê ya li hemberî komên aştiyê yên ku 99'ê hatibûn Tirkiyeyê bi bîr xist û anî ziman ku heke hemen zeîfî bê nîşandan dê Tirkiyeyê winda bike. Turk wiha got: "PKK bi şandina 3 komên aştiyê nîşan dide ku biratiya gelan çiqas dihebisîne. Nabe ku ev fersend nedîtî bê hiştin. Divê ev jî bê dîtin. PKK ji bêhêziya xwe van gavan naavêje. Ji ber samîmiyeta xwe ya li hemberî vê pêvajoyê van gavan diavîje. Divê wisa bê fêmkirin. Heke dewlet bêje, 'van îro ev kom şandin, sibê dê belav bibin' dê bikeve xeletiyeke mezin. Bi avêtina vê gavê divê bibînin ku têkoşîna gelê kurd gehiştiye û pêvajoyê baş di nirxîne."

'Ev doza maf û azadiya gelekê ye'


Hevserokê DTP'ê Turk anî ziman ku hatina van 3 koman wekî rardestîbûnê neyê fikirîn û ji çapemeniyê xwest ku nirxandineke bi vî rengî neyê kirin. Turk wiha got: "Rastî ew e ku heke îro hin kom bên, li gorî agahiyên ku min bihîstîne; ji herêmê bi sedan kes jî ji bo ku tevli vê têkoşînê bibin amadekariyên xwe dikin. Ji ber hindê divê her kes xwe ji hişmendiya radestîgirtina kurdan dûr bêxe. Divê her kes baş bizanibe ku ev doza maf û azadiyan a gelekî ye." Turk di dewama gotinên xwe de derbirî ku tu kes ji bo daxwaza efûyê derneketiya çiyayan û got divê, Qanûna Poşmaniyê neyê rojevê. Qet nebe bila hikûmet li hemberî van koman samîmiyeta xwe nîşan bide. Em ji destpêkê hate niha dibêjin bila diyalog hebe. Hêviya me ji hikûmetê hê jî zêdetir diyalog e. Heke çereserî tê xwestin, divê aliyên di şer de wekî alî dixuyên li ber çavan bên girtin."

'Em dê li wir bin'


Hevserokê DTP'ê Turk derbirî ku ew ê komên dê bên bi awayekî girseyî pêşwazî bikin û wiha got: "Li gorî agahiyên me bi dest xistin di 19'ê mehê de ji Qendîl û Mexmûrê 2 kom tên. Ne bitenê em DTP, tevî hemû derdorên aştîxwaz em ê van koman pêşwazî bikin. Em ê li wir bin. Çûna me ya Silopiyê piştgiriya me ya ji bo çareseriyeke aştiyane ye. Ji bo ku gelê kurd çiqas girîngiyê dide hewldanên aştiyê ev yek pir girîng e. Bawerim, ne bitenê rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û aştîxwaz, hemû gelê me dê li wir be." Turk bang li gel kir û wiha got: "Divê em li aştiyê xwedî derbikevin. Bi sed hezaran ji bo ku dengê xwe derînin bila Silopiyê bin."

Li Amedê amadekariyên pêşwazîkirina komên aştiyê

Rêxistina DTP'ê ya Amedê bi armanca pêşwazîkirina komên aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê tên li navenda bajar û gelek navçeyan belavokên beşdariyê belavkirin. Hate zanîn ku bi armanca pêşwazîkirna koman seat di 11.00'an de girse dê li Qada Batikentê berhev bibe.

Xebatên pêşwazîkirina komên aştiyê li Amedê berdewam dikin. Rêxistina DTP'ê ya Amedê bi armanca bangawaziya pêşwazîkirina koman li navçeyên Sûr, Baglar, Kayapinar û Yenîşehîrê belavok belav kirin. Parlementera DTP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, rêveberên DTP'ê û gelek kes beşdarî belavkirina, belavokan bû. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Yenîşehîrê Bakî Karadenîz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk komên aştiyê tên û wiha got: "Cardin kuştinên kiryar nediyar, operasyon, girtin û operasyonên leşkerî û pêkanîna OHAL'ê ketiye dewreyê. Li hemberî van helwesta gelê kurd a aştiyane berdewam dike. Em bang li hemû kesên dikin beşdarî pêşwazîkirina komên aştiyê bibin."

Hevdînin hatin kirin

Parlementerên DTP'ê Aysel Tugluk, Bengî Yildiz, Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk Hatîp Dîcle û Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Firat Anli jî bi rêxistinên civakî re hevdîtin pêk anîn. Parlementeran ji saziyan xwestin ku ji bo vekirina pêşiya pêvajoya aştiyê heliwdanan bidin.

Demîrtaş, bang li hikûmetê kir: Lazime hun komên aşîtiyê cîdî bigirin

Cigirê Serokê Koma DTP'ê ya Parlementoyê Selehattîn Demîrtaş, di konsera di çarçoveya 6'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ya Êlih-Heskîfê de, diyar kir ku KCK'ê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, biyara şandina 3 komên aşîtiyê dayê û wiha got: "Em bang li hikumet û dewletê dikin, ger hun di aşîtiyê de samîmî bin, lazime hun koma aşîtiyê ya zarokên kurdan cîdî bigirin. Lazime em ji Xaburê heta Enqereyê rê li wan vekin. Em dê wan bi coşek ku heq dikin pêşwazî bikin û wan bişînin Enqereyê.

Di çarçoveya 6'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Êlih-Heskîf a bi dirûşmeya "Bexçeyê Çanda Şaristinayê, berbi Aşîtiyek bi Rûmet" ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate li dar xistin de vekirina Mala Gel a Mehmet Sîncar pêk hat. Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Parlementerâ DTP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Endama MYK'ê ya DTP'ê Bengî Yildiz, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Cîgirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Rêxistina DTP'ê yê Êlihê Ahmet Sormaz, Şeredarê Bajarokê Hezzoyê Raşît Haşîmî, Şaredarê Kercewsê Esat Oner, Rojnamevan-Nivîskar Fîlîz Koçalî û hevsera Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jî di nav de gelekî kes heta ber Mala Gel a Mehmet Sîncar meşiyan. Hevsera Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar, diyar kir ku vekirina malê ji bo Edîp Solmazan û Mehmet Sîncaran gelekî girîng e. Piştrê vekirina mala bi dirûmeyên "Şehit namirin" pêk hat.

Ji herêmê piştgiriya komên aştiyê: Divê dewlet vê firsetê heba neke

Nûnerên saziyên sivîl ên Amed, Îdîr, Colemêrg û Wanê, biryara KCK'ê ya li ser Banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 3 komên aşîtiyê yên ji Qendîl, Maxmur û Ewrûpayê bên nirxandin û diyarkirin ku hatina koman ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavek girîng e û xwestin dewlet vê gavê baş binirxîne.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi armanca vekirina pêşiya siyaseta Tirkieyê ya xitimî banga şandina sê koman li KCK'ê kiribû. Li ser vê pêşniyarê KCK'ê jî biryar da ku ji Qendîl, Maxmur û Ewrûpayê 3 komên aşîtiyê dirojên pêş de bîşîne Tirkiyeyê. Komek nûnerên saziyên civakî di nav de dê komê di dema ji Deriyê Sînor ê Haburê yê Silopiyê re bikevin Tirkiyeyê pêşwazî bike. Nûnerên saziyên sivîl ên Amed, Îdîr, Colemêrg û Wanê, biryara hatin Tirkiyeyê nirxandin.

AMED
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey jî bi bîr xist ku pêvajoya di sala 1999'an de bi hatina komên aştiyê dest pêkirî hatiye berhewakirin û wiha axivî: "Lazim e dewlet êdî rêbazên heta niha nehatine bikar anîn, bi cih bîne. Hatina komên aştiyê gelek watedar e. Divê dewlet bi zagona poşmaniyê bersivê nede vê ekê. Ku di çarçoveya deng a zagonan de li mijarê bînerin û ceza bidin mirovan ev yek faydeyê nade pêvajoya aştiyê. Xebatên bi hewildana kurd hatine destpêkirin herî dawî vegeriyane projeya yekîtiya neteweyî û ev yek bi xwe re xeteriyan tîne. Ji bo pêşiya pêvajoyê vebe hewceyî bi gavên wêrek hene."

'Mafên kurdan bên dayîn dê pirsgirêk çareser bibe'


Parlementerê DTP'ê Bengî Yildiz jî diyar kir ku komên aştiyê dê bandorek mezin li ser hewildanên aştiyê bikin û wiha pêde çû: "Dewlet ji neçareseriyê gelê kurd berpirsyar digire û komên aştiyê gava herî girîng a li hemberî vê îdîaya bêbengeh e. Hêvîdarim ku dewlet di nav 10 salan de guherî be. Kurd helwesta xwe cardin bi şandina van koman nîşan da. Mafên kurdan bikevin bin ewlehiyê dê PKK çekan danê. Divê ev firsat baş bê nirxandin." Serokê Şaxa MEYA DER'ê ya Amedê Hasan Pence jî ev tişt gotin: "Ocalan ji bo aştiyek bi rûmet di sala 1999'an de jî komên aştiyê şandin. Şervan derxistin derveyî sînor. Lê dewletê ev firset bikar neanî. Aştî tiştek bi zehmet e. Hatina koman samîmiyeta kurdan a di aştiyê de radixe ber çavan. Kurd çi lazim e ji bo aştiyê dikin. Divê dewlet destûr bide ku komên tên ji bo aştiyê bixebitin. Divê dewlet gav bavêje."

COLEMÊRG
Serokê Odeya Esnaf û Sanaktaran a Colemêrgê Cîhat Îçlîn jî diyar kir ku lazim e komên aştiyê bi kulîlkan bên pêşwazîkirin. Îçlîn ev tişt gotin: "Lê kurd ji samîmiyeta dewletê bifikar in. Ji ber ku her roj operasyon zêde dibin. Kuştinên kiryar nediyar berdewam dikin. Hikûmet hewildana kurd vegerand projeya yekîtiya neteweyî. Em hikûmetê samîmî nabînin. Em naxwazin ev kom biçe girtîgehê. " Endamê Odeya Şofêr û Otomobîlan a Colemêrgê Mehmet Şahîn jî diyar kir ku dê bi awayek girseyî xwedî li komên aştiyê derekvin. Şahîn wiha domand: "Li aliyekê behsa hewildana kurd dikin li aliyê din tezkereyê dirêj dikin. Ev durûtiyek e. Em bi şandina van koman bawer dikin ku gelê kurd ji bo aştiyê tişta dikeve berê wî dike." Serokê Baroya Colemêrgê Davut Uzunkopru jî xwest ku dewlet bi erênî nêzîk van koman bibe û li hemberî vê gavê, gavên pêwist bavêje. Uzunkopru wiha dawî li axaftinaxwe anî: "Lazim e ev kes neyên girtin û wekî muhatabê çareseriyê bên dîtin. Divê wekî komên berê neyê pêşwazîkirin. Yên behsa çareseriya demokratîk dikin lazim e nêzîkatiya xwe ya li hemberî kurdan û Ocalan biguherînin."

'Gavek aştiyane ye'


Serokê Odeya Sanatkar û Esnafanên Geverê Îrfan Sari ji diyar kir ku gelê kurd li benda di pêvajoya gavên kurd de tiştên erînî bû lê ev yek vala derket. Heya pirsgirêka kurd çareser nebe li tu qadan asayîbûn pêknayê û wiha got: "Ji ber vê yek divê vîna gel Birêz Ocalan û DTP'ê li ber çavan bê girtin. Bangawaziya Ocalan ya bila 3 komên aşiyê bên Tirkiyeyê dê alîkariyê bêde pêvajoyê. Kurd dê careke din samîmiyeta xwe danên holê. Divê hikumet û dewlet jî vê yekê bibîne û samîmiyeta xwe danê holê." Endamê YDGM'ê Serhat Kaya jî, diyar kir ku komên aşitiy yên berê rêkirine girtîgehan û wiha got: "Lê vê carê em naxwazin komên aştiyê rêkin girtîgehan û em desturê nadin vê yekê."

WAN
Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, diyar kir ku di 1999'an de jî Ocalan 2 komên aştiyê xwesti bûn Tirkiyeyê û wiha got: "Mixabin em hemû jî dizanin çûn kuderê. Wê demê ew gav ji bo pêvajoya aşitiyê vebe gava yekem bû. Heke wê rojê rayedarên dewletê helwestkî erînî nîşan daba îro pirsgirêka kurd sedan 90 çareser bibiû. Bê guman Birêz Ocalan aktorê vê pêvajoyê yê her girînge. Disa wekî her caran ya ketîye ser bilê wî kiriye. Êdî kes nikare bêje 'aliyê kurd vê pêvajoyê astegk dike û pêşiya wê digire' Di pêvajoya operasyonên di domin de daxuyaniye bi vî şekîlî gelek giringe. Ev daxuyaniye ji bo çareserya pirsgirêka kurd xala herî girînge. Divê dewlet bersivê bide û wekî 1999'an nêzîk nebe. Ger wekî 199'an nêzîk bibe dê fersenda çareseriyê ya mezîn winda bike."

Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB ya Bajarê Wanê Şevket Akdemîr jî wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di saa 1993'an heya niha biratiya kurd û tirkan diparêze. Eê vê yekê di çapemeniyê de di şopînin. Lê mixabin Dewleta tirk ji bo vê yekê nebû bersiv." Akdemîr, diyar kir ku gavan çareseriyê gelek nav guhartine û heya niha hikumet welatiyan dixapine. Akdemîr wiha dom kir: "Li vir samîmiyet ket ser milê Rêberê Gelê kurd Birêz Ocalan. Wê samîmiyet nişan da."

ÎDIR
Şaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş jî komên aştiyê wekî niyeta baş a aliyê kurd nirxand û wiha got: "Xebatên hikûmet wekî hewildana kurd nîşan dide wekî manûplasyonekê. Bêbaweriyek heye. Hikûmet rîskê nagire ber çavan. Ji ber vê yekê jî bi metirsî nêzîk dibe. PKK ji bo bingehek aştiyê çê bibe gelek caran gavan diavêje lê dewlet bersiv û gavên pêwist naavêje."


Komên Aşitiyê dê di 19'ê cotmehê de di Sîlopî re derbasî Tirkiyeyê bibin

Serokê Rêxistina DTP'ê ya Şirnexê Selîm Bayar, diyar kir ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li komê aşitiyê kir dê di 19'ê cotmehê de 2 komên aşitiyê di Navçeya Sîlopî ya Şirnexê re derbasî Tirkiyeyê bibin. Bayar, bang li hemû kesên aşitîwaz kir û xwest bi girseyî komên aşitiyê pêşwazî bikin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina parêzerên xwe de xwest ku ji bo rê li pêşiya siyasetê vebe 2 komên aşitiyê bêne Tirkiyeyê. Li ser vê banga Ocalan KCK'ê daxuyanî da û diyar kir ku ew dê ji Qandîl Maxmûr û Ewropayê 3 komên aşitiyê bişînin Tirkiyeyê. Hate zanîn ku 2 komên aşitiyê dê di 19'ê cotmehê de di Deriyê Navçeya Sîlopî ya Şirnexê re derbasî Tirkiyeyê bibin. Ji bo pêşwazîkirina koman li Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Sîlopî civînek pêk hat. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Şirnexê Selîm Bayar, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê Şefîk Uçkan, Serokê Rêxistina DTP'ê yê Sîlopî Yakup Tanış, Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Sîlopîyê Emîn Togurlu, Şaredara Qlabanê Şukran Sîncar, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Şaredarê Hezexê Resul Sadak, Şaredarê Tilqebin Sînan Uysal û gelek endam û rêveberên DTP'ê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Serokê Rêxistina DTP'ê ya Şirnexê Selîm Bayar, diyar kir ku di 19'ê cotmehê de 2 komên aşitiyê dê Di deriyê Bajaroka Tilqebinê ya Navçeya Sîlopî re derbasî Tirkiyeyê bibin. Bayar, da zanîn ku komên aşitiyê dê saet di 10.00'an de bi girseyî bêne pêşwazîkirin. Bayar, ji hemû aşitîxwazan xwest ku di 19'ê cotmehê de li Bajaroka Tilqabînê bi girseyî komên aşitiyê pêşwazî bikin.

Şaredaran piştgirî da komên aşitiyê û xwest her kes li wan xwedî derkeve


Şaredarên DTP'ê yên Şirnex, Sîlopî, Cizîrê û Qilabanê jî diyar kirin ku divê hikûmet vê pêvajo û hewildanên komê aşitiyê baş binirxîne û ji bo aşitiyek mayinde rê li pêşiya wan veke. Şaredarên Şirnexê ji hikûmetê xwest ku divê wekî komên sala 1999'an wan neşîne girtîgehê û xwest ku gavên demokratîk û aşitiyane bavêje. Şaredaran destnîşan kir ku hewildanek gelek girînge û divê hikûmet vê firsetê ji bo aştiyek mayinde baş binirxîne. Şaredaran anîn ziman ku ew dê komên aşitiyê bi girseyî pêşwazî bikin û ji hemû aşitixwazan xwest ku di 19'ê cotmehê de bi beşdarî pêşwazîkirina komên aşitiyê bibin. Şaredaran, destnîşan kirin ku komên aşitiyê ku werin Tirkiyeyê 40 milyon kurd temsîl dikin û xwest ku êdî hatina wan bibe sedema aştiyek mayinde.

DTP dê komên aştiyê bi girseyî pêşwazî bike


Cîgirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku dê komên aştiyê yên li ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca vekirina pêşiya pêvajoya siyasî vekin bên Tirkiyeyê bi beşdariya parlementer, şaredar û gel bi girseyî pêşwazî bikin. ÎHD jî dê koman pêşwazî bike.

Komên li ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca vekirina pêşiya pêvajoya siyasî vekin bên Tirkiyeyê bûn sedema tevgera civakî. DTP'ê bi armanca pêşwazîkirina komên aştiyê dest bi xebatê kir. Bi beşdariya parlementer, şaredarên DTP'yî, nûnerên rêxistinên civakî dê komên aştiyê bi girseyî bên pêşwazîkirin. DTP ji bo peyamên koman bigihin cihên xwe jî dê hewildanan bide. Cîgirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê mijarê de agahî dan û diyar kir ku lazim e komên aştiyê yên bên ji hêla dewletê ve baş bên famkirin û li gorî wê helwest bê nîşan dayîn.

'Li hemberî gavên hikumetê yên şer biryarbûna aşîtiyê ye'


Demîştaş, diyar kir ku hatina koman di çarserkirina pirsgirêka kurd de dê pêşketinên girîng bi xwe re bîne û da zanîn ku ger komên bên rastî aqûbeta komên di salên 1999'an de hatin bên dê pêvajoya aşîtiyê xerab bibe û wiha got: "Hatina komên ku dê ji Qendîl, Mexmûr û ji Ewrûpayên dê bên ji bo şînandina biryarbûna kurda a di aşîtiyê de pêşketinên gelekî girîng e. Pitî hatin komanên aşîtiyê dê, êdî top bikeve destê dewletê. Her wiha dê ev pêşketin kî alîgirê aşîtiyê ye, kî nîne jî kîşif bike. Bendewariya me ew e ku komên aşîtiyê bi mezintiya pêwîst û bi hirmetiyekê bên pêşwazîkirin û pêyamên ku dê bidin bigîhîjin cihê pêwîst. Li gel domandina operasyonnên leşkerî û di demek ku tezkerêya dirêjkirina operasyona dersînor hatiye erêkirin, li hemberî gavên berbi şer ên hikumetê, biryarbûna di aşîtiyê deye. Lazime ev biryarbûn rast bê famkirin." Demîrtaş, destnîşan kir ku ev yek lazime ji aliyê muhalefetê jî bê famkirin û ev tişt gotin: "Kurdan tu carî şer nexwestine, xwîn rondikên çavan nexwestine. Ger ev hewldan baş bên nirxandin dê pêvajoya çareserkirina pirsgirêkê mayîn de bike."

Komên aşîtiyê dê bi girseyî bên pêşwazîkirin


Demîrtaş, daxuyand ku amadene komên bi awayekî girseyî pêşwazî bikin, komên ku bên parlementer û şaredarên DTP'yî jî di nav de, dê ji aliyê girseyek mezin bên pêşwazîkirin. Demîrtaş, bi lêv kir ku di vê mijarê de nîqaşan didomînin û wiha dom kir: "Ji bo pêşwazîkirina koman û peyamên xwe bigîhînin rayagiştî û dewletê çi ji destê me bê em dê bikin. Partiya di vê mijarê de amadekariyên organîzasyonê jî dike. Gelê Mexmûrê ku bi salan e ji xaka xwe dûr in û siyasetmedarên kurd ên li Ewrûpayê û mirovên ku li Qendîlê dijîn, fedakariya wan a ji bo aşîtiyê, dê ji aliyê gelê kurd ve bi coşek mezin bên pêşwazîkirin. Ji niha de coşek mezin di gel de avabûye. Di rayagiştî ya Tirkiyeyê de jî heman coş tê dîtin."
(Dîha, Anf, Roj tv, Aa, ajansan)

çavkani: HAWAR NET

No comments:

Post a Comment