Friday, October 30, 2009

Roj TV: DEWLETA TIRK LI PEY DEK Û DOLABAN E

DEWLETA TIRK LI PEY DEK Û DOLABAN E
Rayedarên tirk jî tevî êrîşkariya dewletê, ji bo berovajîkirina rastiyan, çi ji destê wan tê dikin. Li aliyekî zarokên kurdan didin qetilkirin û paşê jî radibin kurdan gunehbar dikin. Mînaka vê ya herî dawî jî, Wezîrê Karên Hundur yê Tirk Beşîr Atalay e.

Atalay doh êvarê axivî û weke gotina pêşiyan 'Hem dize, hem topiz e' tevgeriya. Wezîrê Tirk Atalay operasyonên artêşa tirk û qetilkirina zarokên kurd ji nedîtî ve hat û weke her carê DTP gunehbar kir. Atalay, weke ku heta niha gavên ji bo çareseriyê avêtibin, îdîa kir ku DTPê gavên wan ên ji bo çareseriyê asteng dike. Atalay, pêşwazîkirina qasidên aştiyê jî, weke mînak nîşan da û got ku, ev pêşwazîkirin hemû DTP'ê plan kiribûn.

No comments:

Post a Comment