Thursday, October 29, 2009

"Çareserî bi tasfîye kirinê nabe"

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ku di civîna PM'a DTP'ê de axivî diyar kir ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd neqediyaye û navbera hatiye dayîn jî dê di meha mijdarê de cardin dest pê bike. Turk diyar kir ku tê xwestin bingeha pêvajoyê li ser tasfiyeyê bê danîn û wiha got: "Helwesta kurdan a azadî û mafan hikûmetê û raya giştî di nav matmayîbûnê de dihêle û ji ber vê yekê hikûmet gav paşve diavêje. Ji ber ku hikûmet pirsgirêka kurd sanahî dibîne, niha matmayî bûye."


Meclisa Partiyê ya DTP'ê li Navenda Giştî di bin serokatiya Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna de pêk hat. Di civînê de pêşveçûnên piştî hatina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê, êrîşên li dijî DTP'ê, xitimîna pêvajoya çareseriyê, nêzîkatiya muxalefetê û plansaziya pêşerojê hate nîqaşkirin. Endamên PM û MYK'ê jî di nav de tevahiya endaman beşdarî civînê bû.

Hevserok Turk berî civînê axaftinek kir û anî ziman ku di warê siyasetê de ketine hefteyek têrmijar û wiha axivî: "Em hem bûn şahidê nîqaşên girîng û hem jî bûn aliyê van nîqaşan. Di serî de jî me diyar kir ku pêvajoyê dê dijwar derbas bibe. Wisa xuyaye ku hikûmet bi berfirehî mijar nenirxandiye û amadekarî nekirine. Hikûmet di bin bandora hind nîqaşan de dimîne û helwest diguherîne. Ji ber vê yekê caran neçar dimîne pêvajoyê radiwestîne. Tabloya niha jî encama vê rewşa hikûmetê ye."

Turk, bal kişand ser lîstikên ku têne lîstin jî û da zanîn hin kes dixwazin pêvajoyê tasfiye bikin. Turk, xwestina kurdan jî bi bîr xist û wiha dom kir: "Kurd ne tasfîyekirinê, aştî û azadiyê dixwazin. Ji ber ku kurd li hemberî heq û hiqûqa xwe li hemberî maf û azadiya xwe bi israr in hikûmet şaş maye. Divê ji vê daxwaza kurdan re amade be. Ger ku tasfiyekirina kurdan difikirin ev yek ne pêkan e. Ger ku aştiyeke bi rûmet û azadiyê biparêzin hemû kurd dê piştgiriyê bidin. Ji ber ku hikûmet pir sivik nêzîkî merseleyê dibe, pirsgirêk têne jiyîn."
DTP: Di salvegera damezirandina komarê de em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna di peyama têkildarî 86'emîn salvegera damezirandina Komara Tirk de daxuyandin ku dikarin pirsgirêka kurd a qasî avakirina komarê kevin bi prensîbên komên yên wekhevî, azad û biratiyê di nav xwe de çareser bikin.

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna têkildarî 86'emîn salvegera damezirandina Komara Tirk peyamek weşandin. Di peyamê de hate daxuyandin ku baweriya wan bi çareseriyek demokratîk û jiyana hevpar a 76 milyon kesî heye û ev tişt hatin gotin: "Em ji bo feraseta komarê ya dij demokrasî, yekrengî û jakoben vegerînin komerek demokratîk, hemdem, pir rengî û ji cudahiyan re rêzê digire. Komar ne desthilatdarya komek elîtan û burokrasiyê ye. Komar wekhevîya hemwelatiyan, xwe rêvebirina hemwelatiyan û demokrasî ye. Komar madela hevpariya azad û wekhev a ziman, çand û gelan e. Tirsa li ser xeyalan û modela rêveberiya otorîter li gelek devarên cîhanê hate jiyîn. Lê di encama têkoşînan de ev model vegeriya komarên pir rengî, demokratîk û ademî merkeziyetî."

'Em dikarin pirsgirek çareser bikin'

Di peyamê de hate daxuyandin ku pirsgirêka kurd hêmana herî mezin a pêşneketina komarê ye û wiha hate testnîşankirin: "Ji bo pêşveçûna komarê lazim e pirsgirêk kurd li ser bingehek wekhev, azad û demokratîk bê çareser kirin. Divê jiyanek biratî û wekhev bê avakirin. Ji bo aştiyek mayîn de û çareseriya pirsgirêk divê herkes tişta dikeve ser milî bike. Em dikarin li ser prensîbên komarê yên wekhevî, azad û demokrasiyê pirsgirêka kurd di salvegera 86'emîn de di nav xwe de çareser bikin. Baweriya me bivê yekê heye û em bi vê baweriyê cejna komarê pîroz dikin."

15 rêxistinan mesaja ‘bila pêşvekirin raneweste’ dan

15 rêxistinên civaka sivîl li Diyarbekirê hatin cem hev û xwestin, ji ber nerazîbûnên ku derbarî pêşwazîkirina komên ku ji Qendîl û Mexmûrê hatine çêbûne bile “projeya pêşvekirina demokratik” neyê rawestandin.

Di Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê de îro 15 rêxistinên civaka sivîl, bo “projeya pêşvekirina demokratîk” neyê astengkirin û rawestandin bang li hikumet, muxalefet û DTP’ê kirin. Ser navê rêxistinên civaka sivîl Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Galip Ensarioğlu daxuyaniya çapemeniyê xwend. Ensarioğlu got, di encama xebatan de komek endamên PKK’ê ji Xabûrê derbasê Tirkiyeyê bûne û wiha domand:

“Lê di merasîmên pêşwazîkirinê de teşeya hesreta aşitî yê gelê herêmê, li rojavayê welatê de bûye sedemê şîroveyên cuda û hinek komên medya û siyasî jî viya wek derfetê hildane dest û bikaranînê netirsiyane. Rola DTP’ê di çêkirina pêvajoyê de girîng e û li ser girseyê jî hakimiyetek wê heye lê pêşketinên dawî baş birêve nebirine û li paş pêşketinan maye. Em li bendêne ku, DTP ji vir şûndetir hêj hesas tevgere û însiyatifê hilde dest.”

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, CHP û MHP pêşketinên dawî wek firsendkariyek siyasî nirxandine û bi piştgiriya medya hesasiyeta civakê xwestine veguherînin xwepêşandanên kolanan. Ensarioğlu wiha domand:

“Divê biryarbûna AK Partî yê domandina pêvajoyê de bidome û êdî gavên pratîkî bavêje. Heta sedemên derketina çiyê ji holê neyên rakirin, daketina hemû rêxistinê xwestin ne rasteqîn e. Pêvajoya girîng divê qurbanê pêşwazîkirinek neyê kirin. Em banga hemû aliyên ku domandina vê pêvajoyê dixwazin dikin ku bila biheşyarî tevgerin. An dê Tirkiye pirsgerêkên xwe çareser bike û li herêmê bibe dewletek mezin, an jî çareser neke û bibe dewletek ji hêla kesên dîtir tê birêvebirin. Em bo çareserkirina vê pirsgirêkê bo hemû berpirsiyariyan amade ne.”

Ensarîoğlu di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamegeran jî bersivandin û got, pêvajo zehmet e lê nêzî çareserkirina pirsgirêkê ne. Ensarîoğlu got, “Hikumet di vê mijarê de rîsk girt. Rîskê ku hikumetê hildaye serê xwe em dizanîn tê çi wateyê. Divê DTP jî rîsk û însiyatifê bigre. Ev derfeta dîrokî ji 100 salan carekiye hatiye pêşiya Tirkiyeyê. Di vê dema ku em nêzî çareseriyê bûne de, ji rijandina her dilopek xwînê em hemû berpirsiyar in.”

Galip Ensarioğlu got, bo domandina pêvajoyê, ew ê di rojên pêşî de ji Wezareta Karên Hundir, DTP û CHP’ê randevu bixwazin. (ajansan)

© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment