Friday, October 2, 2009

Leşkerê Îranê sînorê çendîn gundên Herêma Kurdistana Iraqê topbaran kirin






IranTopxanê leşkerê Komara Îslamîya Îranê bi demê saetekê bi dijwarî sinorê çendîn gundên ser bi nahîya Jarava û Sengeser topbaran kirin û gelek ziyan gihandine rez û bax û derametê cotyarên wê deverê.



Li ser wê topbaranê jêderên emnîyên devera Qela Dizê dibêjin şevî dî hêzên Îranê bi dijwarî gundên Maradu, Alîya Reş, Şinawe sinorê Dulek û Kew, Tengî, Cîxunke ser bi nahîya Jarawa û gundên Sergeynêl û Sînamokê û Soredê û Aşqulqe ser bi nahîya Sengeser li sînorê qeza Qala Dizê topbaran kirin.

Li gor wan jêderan herçende wê topbaranê çi ziyanên giyanî nebûyne lê gelek ziyanên maddî gihandine rez û baxên cotyarên wê deverê û carek din derbiderbûna cotyarên xwedî terş û kewal li wê deverê destpêkir.



Cihê gotinê ye bo demê çend saleke bo egera topbarana hêzên Komara Îslamîya Îranê çendîn gundên wê deverê li sinorê qeza Qela Dizê, xelkên wan deveran aware û derbider bûne û di rewşeke dijwar de dijîn.

Source: VOA

No comments:

Post a Comment