AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Dosyeya HAWAR NETê "Kurd nexşeriya xwe eşkere dikin" îro bi nêrînên nivîskar Bêwar Brahîm re didome.
Bêwar Brahîm wiha dibêje; "Emê hinekî li demên rabirdû vegerin û li bîrdanka dîrokê temaşe bikin, kiryarên vê dewletê derbarî gelê Kurd ji xwe re dûrêzî hev bikin, ez bawerim ku gavên bi dirêjahiya hezar salên ronak ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bavêjinm ew himberî bostekê li vî miletî venagerîne -Ew jî heke ji nêteke rast û sayî bixwaze vê gavê bavêje- baweriya min bi xwe bi dewleta Tirk nayê û heke ev dewlet bibe Firşt jî ez ewletiyê lê nayinim û ezê di gumana fêlbazî û şeytanbûna wê de bim. ."
Nexşeriya Bêwar Brahîm wiha ye;
Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje?
Ji berbanga dîrokê de û keştiya pirsgirêka Kurd li nav deryay xwînê dimeşe her ku ev keştî dişke yan qul dibe bi qoqên keç û xortên me tê pînekirin û qulkên wê têne girtin, dema em li çiyayên Kurdistanê mêze bikin emê rewşa vê keştiya windayî xweş nas bikin ku ta vê kêlîkê ev keştî hê li nav deryaya xwîna keç û xortan dimeşe û li peravên aştî û tenahiyê digere nagere rênasiya van pervan li ber winda dibe. Pirsa we weke gulleyek serxweş ku mejiyê serî bipeqîne, gelo ta vê astê Kurd nehîn û nezanin ku dijmin wan bi gotinên xweş dixapînin, ew jî bi piştrastî van gotinan bawer dikin???
Heke dozên Ergenekonê bi berfirehî venebûna û gunehkar û tewanbarên hikûmeta dewleta Tirk li pişt rekehên zindakirinê li xwe mukur nehatina ev "gava devokî" ji bo çaresekirina pirsgirêka Kurd qet xwe di rojevê de berz nedikir, ji xwe pirsgirêka dîrokî ya herî dijwar û giring ji dewleta Tirk re ku dewletên Europî wê li nav xwe bipejirînin û yek ji şert û mercên vê pejirandinê çareserkirina pirsgirêka Kurd e.
Emê hinekî li demên rabirdû vegerin û li bîrdanka dîrokê temaşe bikin, kiryarên vê dewletê derbarî gelê Kurd ji xwe re dûrêzî hev bikin, ez bawerim ku gavên bi dirêjahiya hezar salên ronak ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bavêjinm ew himberî bostekê li vî miletî venagerîne -Ew jî heke ji nêteke rast û sayî bixwaze vê gavê bavêje- baweriya min bi xwe bi dewleta Tirk nayê û heke ev dewlet bibe Firşt jî ez ewletiyê lê nayinim û ezê di gumana fêlbazî û şeytanbûna wê de bim. Di baweriya min de gerek ev pirsa we li ser maseya rewşenbîrên Tirk bi xwe jî hatiba danîn, miletê Kurd bi her hawî wê doza mafê çarenûsa xwe bikin û doza azadî û tenahiya xwe bikin, lê asteng ne ji aliyê Kurdan çêdibin, dewlet ta vê kêlîkê jî bi devokî dibêje emê pirsgirêka Kurd çareser bikin û di warê praktik de êrîşên" Gurên gewr" pîroz dike.
Gava herî giring ku pêwîste dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bavêje di baweriya min de divê ne li ser xaka Tirkiyê be û bi zagon û destûrên fermî yên nû bi dîdevaniya dewletên sereke yên cîhanê ev gav li ser xaka kurdistanê weke pirensîp bêne avêtin. Kurd bi dilê xwe dihizirin ne bi aqil û hişê xwe, Tirk fêlbazin bi TV î û çend gotinên şayik û xwendina lawik û heyranokan ji devê Kurdên dewletê dixwazin doza tevgera Kurdî li Bakur dorpêç û gêrbend bikin û ji cîhanê re diyar bikin ku doza Kurd li nav xwe çareser kir û sed mixabin ku gelek ji rewşenbîr û siyasetmedarên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê van gavên dewletê yên nêt-sexte bawer dikin. Ji bilî mirovên şerxwaz, ti kes naxwaze şer li welatê wî hebe û em li hêviya wê demjimêrê û kêlîkê ne ku tevahiya Kurdistanê ji şer û kujtin û zindankirinê felat bibe û em wê rojê bibînin- ev ji mafê me ye- ku hema li aliyekî ji vê cîhanê Kurdistanek azad û serbixwe ava bibe. .
Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî û ji bo pêşerojeke bihêz di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin?
Em Kurd xwe nasnakin, heke me xwe naskiriba emê ne Kurdên xelkê bana, li Bakur Kurdên Tirkiyê ne, li Başûrê -xwedêgiravî azade- hê Kurdên Iraqê ne, li rojhilat yên Îranê ne û li Rojava yên Sûryê ne.
Dema em hewl didin gavan ber bi xwenaskirina xwe bavêjin, higê em xwe bi xwe koncalan li ber hev vedidin ji bo ew hewldan bikulibin û bi pêşve nemeşin, dijminên me li her çar aliyan ev xalên qels û lawaz di cendekê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de naskirine, ew bêserêşandin van xalan ji xwe re bi kartînin û çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser tiliyên xwe dilivînin.
Li Bakurê Kurdistanê çinge çinga peyalên hildayî bilind dibe di navbera dewletê û tevgera Kurdî de, lê kesek nizane bê jehir di van peyalan de ye yan unbîde, deng heye lê tomarkirin windayî ye û ev gumanên reş dibin sedema dûrxistina çareskirina gelek pirsgirêkan li Tirkiyê ne bitenê pirsgirêka Kurd.
Dewlet ne ji valahiyekê doza Kurd vekir, dewletên sereke weke Emerîka û rûniştina Bark Obama bi rêveberekî Kurd re hişt ku dewlet ji qelsî bike ciwamêrî û daxwaza gavavêtinê ji bo aştî û çareserkirinê bike.
Li vir ti gav ji Kurdan nayê xwestin ji bilî yekbûn û hevgirtina ji dil û can ne ku li ser ekranan dilê milet xweş û geş bikin û li nav xweyî stiriyan bi hev biçînin û xiştan li pişta hev biçikilînin, gava ji vê gavê girîngtir ku rê li ber şepola Islamîlêzmê bigrin û nehêlin dîrokên reş û xwînlî xwe bi wan re vegerînin, nehêlin şepola Islamîlêzmê destkeftiyên wan ku bi rûbarên xwîna keç û xortan can li gewdê doza Kurdî vegerandin bingor bikin, Islamîlêzim metirsiyeke mezine li ser miletê Kurd ji ber nehêniya wan ku ta roja îro nizanin û negihan wê baweriyê ku ol ji Xwedê re ye û Welat ji tevahiya milet re ye bê cudahiya êl û olan.
Ev bangên ku ji bo biratiya gelê Kurd û Tirk bilind dibin heke ne li ser bingehên destûrî û zagonên fermî bin peqpeqokên ser avê ne bi hilmeka gerim wê bibin mij û baran û weke ku ti deng bilind nebû, heke biratiyek di navbera Kurd û Tirkan de çêbibe pêwîste bi wekheviyek durist bibe û bi jiyanek hevbeş be ku gelê Kurd weke netew bipejirînin bê dexs û bê nijadperestî.
Bêwar Brahîm kêye?
Li Rojavayê Kurdistanê qêrîna yekem ji giriyekî bê dawî da vê jiyanê, ji wê qêrîna yekem Kurdînî jê re bû av û henas. Ji mêj ve bê layan kar û xebatê ji bo berzbûn û bilindbûna vê Kurdîniyê dike û taybet di warê nîvisevaniyê de bi rêya nivîsandina gotar û helbestan bi zimanê Kurdî û kêm caran bi zimanê Erebî. Xweziya wê ewe ku ev ziman bibe zimanekî cîhanî yê bingehîn û wêjeya Kurdî bibe wêjeyek sereke di cîhanê de. (HAWAR NET.com)
No comments:
Post a Comment