Thursday, October 1, 2009

LI SER DTP'Ê TERORA DADGERIYÊ


Tevî nerazîbûnan jî, terora dadgeriyê ya li ser DTP'ê dewam dike...

11. Dadgeha Cezayê Giran ya Enqerê biryar da ku parlamenterên DTP'ê Sabahat Tuncel û Aysel Tugluk, bi zora polêsan bibin dadgehê...

Parlamenterên DTP'ê ji destpêkê ve digotin, divê pirsgirêk ji aliyê meclîsê ve were çareserkirin..

AKP'ê ya hewldide pirsgirêkê bixe stûyê dadgeriyê, daxuyaniyên ji hevdu nakok dide...

Wezîrê dewletê û alîkarê Serokwezîr Bülent Arınç weha dibêje, 'Li gorî min divê parlamenterên DTP'ê neyên dadgehkirin.'...

Arinç diyar kir ku ew weke parlamenterekî ji vê rewşê nerehete...

Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoğlu daxuyaniyeke berovajî da û weha got:

'Dadgerî di ser her tiştî re ye û nabe ku biryarên dadgeriyê werin nîqaşkirin.'...
DTP'ê ku ji destpêkê ve pêkanînên weha weke cihêkariyê binav dike jî, li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da...

Rêxistina DTP'a Stenbolê derbarê mijarê de daxuyaniyek da...

Rêveberên ÖDP, EMEP; SDP û Partiya Sosyalîst jî tevlî daxuyaniyê bûn...

Hevseroka DTP'a Stenbolê Çiğdem Kılıçgün Uçar got, eger mafê destnedanê were rakirin, divê ji bo her kesî were kirin..

Uçar diyar kir ku bi vê neheqiyê re, hewldana çareserkirinê veguheriye projeya yekîtiya milî...

Source: Roj TV


No comments:

Post a Comment