HPG'ê encamên şer yên meha Îlonê eşkere kirin..
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk di meha Îlonê de, 38 operasyon li dar xistin..
Û di van operasyonan de, 8 esker hatin kuştin, 10 gerîllayên HPG'ê jî, jiyana xwe ji dest dane...
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê encamên şer yên meha Îlonê eşkere kirin..
Li gorî daxuyaniyê, tevî biryara bêçalakiyê jî, artêşa Tirk 38 operasyon li dar xistine...
Li dijî operasyonan jî, gerîllayan ti çalakî pêk neanîn...
Ji ber helwesta gerîllayan, tenê 4 caran şer derket..
Di encamê de, 1 jê astsubay bi giştî 8 esker hatin kuştin..
Her weha di operasyonên bi armanca tinekirinê de, 10 gerîllayên HPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan...
8 gerîlla li Çelê bi sîlehên kîmyewî hatibûn qetilkirin..
Di meha Îlonê de, artêşa Tirk li dijî Bakurê Kurdistan 9 û li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 12 êrîşên bi hawan û obusan pêk anîn......
Li bejahiya Colemêrgê, 3 êrîşên hewayî hatin lidarxistin..
Dîsa ji ber mayînên artêşa Tirk, 4 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan...
Ji ber êrîşan, gelek zerar li deverên sivîl û xwezayê jî bû...
HPGê her weha derbarê tevgera eskerî ya li Bakurê Kurdistanê de jî, daxuyaniyek da...
Li gorî daxuyaniyê, 30 Îlonê li dijî gundê Satê yê girêdayî Geverê ye, êrîşa bi helîkopterên kobra pêk hat...
27'ê Îlonê jî, qereqola Oremarê, bi topên hawan û obusan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir...
Di encamê de, agirê bi daristanan ketî, hê jî dewam dike..
28'ê Îlonê jî, operasyona li navçeya Mêrdînê Mehsertê destpêkirî, doh bidawî bû, lê belê komên keşîf û kemînan li herêmê hatin hiştin..
29'ê Îlonê jî, li navçeya Çewlikê Dara Hênê li dijî gundên Gemêvir, Dewa Xiraba, Mistan, Dolik û Ramarê operasyon hat destpêkirin..
Source: Roj TV
No comments:
Post a Comment