Thursday, October 1, 2009

Kabîneya hikumeta nû ya Kurdistanê li ber avabûnê ye

HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Piştî ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her yek ji Berhem Ehmed Salih wek serokê kabîneya şeşê ya hikûmeta herêmê û Azad Berwarî jî wek cîgirê wî jib o pêkanîna kabîneya şeşê di maweya 30 rojan de wezîfedar kir, Berhem Salih û Azad Berwarî civîneke çapemeniyê saz kir.


Salih di civînê de ji bo bexşîna wê baweriyê spasî parlamento û serokê herêm û xelkê Kurdistanê kir û hêvî kir ew di asta wê baweriyê de bin û
bernameya hikûmeta nû bi cih bînin.

Salih got:” Erkê ser mile me ya di kabîneya bê de parastina destkeftên gelê kurd û pêşvebirina wan destkeftan e ku bi hewlên kek Nêçîrvan û hevalên vî yên li kabîneya pence hatine bidestxistin. Her weha emê kêmasiyên heyî jî çareser bikin. Em dizanin xelkê Kurdistanê gelek tişt ji me hêvî dikin, em baş dizanin kêmasî hene û me pêdivî bi yekrêziya xelkê Kurdistanê heye, pêwîst e di kabîneya nû de kesên bihêz û karîn û jêhatî bên wezîfedarkirin,em her tim digel lîsteyên din ên parlamentoyê gotûbêjan dikin, aliyên ku biryar dane dê wek mixalefet bimînin, em ji wan re dibêjin em hêvîdar in hûn temamkerê karên hikûmetê bin.”

Salih got:” Qonaxa ku em nuha tê de ne qonaxeke hestiyar e, pişt bi Xwedê pişt bi dilsozên vî welatî pişt bi cenabê Mam Celal,cenabê kek Mesûd hêvîdar im kek Azad û ez serkeftî bin.”

Derbarê arîşeyên navbeyna Bexda û Hewlêrê de jî got:”Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê li ser wê çendê hevra ye ku divê arîşeyên heyî li gor destûrê bên helkirin, destûr jib o me hekem e.”

Derbarê kabîneya dahatûyê de jî got:” Kabîneya nû digel min û kek Azad ji 19 wezaretan pêk tê, me berê jî gotibû nabe hikûmet ji 21 kes zêdetir be. Lê me biryar daye ew wezaret li ser wê çendê nayên dabeşkirin ku bêjin ew wezaret ji PDK’ê re û ew wezareta ji YNK’ê re an ji b partiyeke din re, belkî
wezaret dê li gor jêhatibûnê bên dabeşkirin.”

Berhem Salih ê ku jê hatiye xweztin kabîneya nû ya şeşema hukûmeta herêma kurdistanê dabimezrîne, weha da xuyakirin ku hemû alî dikarin beşdarîyê di evê hukûmeta nû de bikin.

Evroj li havîngeha Selaheddîn serokê herêma kurdistanê bi fermî daxwaz ji Berhem Salih û Azad Berwarî kir, ku ew kabîneya şeşema hukûmeta herêma kurdistanê dabimezrînin.
Piştî evê daxwaza serokê herêma kurdistanê, kongireyeka rojnamevanî hat sazdan û Berhem Salih tê de ragihand, ku serokê herêma kurdistanê ev daxwaza han sipartiye wan û evaya erkekî niştimanî ye.

Berhem Salih got, ku ew hêvîdar in ew cihê bawerîya xelkê bin, ji ber ku ev demek e xelk çaverê dikin. Weha jî got ku ew sozê didin, ku ew girêdayî bernameya lîsta kurdistanî bin û kar ji bo bi cihanîna wê bikin. Berhem Salih got: ji erkê me ye ku em destkevtên kabîneyên berê yên hukûmeta herêma kurdistanê biparêzin.. em dê bi taybetî jî, destkevtên kabîneya rêzdar Nêçîrvan Barzanî biparêzin.
Di bareya beşdarbûna alîyên din jî de Berhem Salih got: em dê guft û goyan bi hemû alîyan re bikin.. her alîyekî xwe girêdayî mercên beşdarbûnê bibîne, ew dikare beşdarîyê di evê kabîneya nû de bike.. em jî dê bi xêrhatina wan bikin.

Berhem Salih weha jî got: em bi hebûna opozisiyonê jî şad û kêfxweş in.. belê nabe alîyek hem opozisiyon be û hem jî di hukûmetê de beşdar be. Di bareya hejamra wezaretan jî de Berhem Salih got: dê ev kabîneya nû ji 19 wezaretan pêkhatî be û dê ne li ser bingeha rêkevtinîya navbera partîyan
bihên destnîşankirin.. dê wezaret li ser bingeha jîrbûn û jêhatîbûnê bihên destnîşankirin.
Di evê kongireya han de, behsa pirs û arêşeyên navbera Hewlêrê û Baxdadê jî hat kirin û Berhem Salih di evê bareyê de got: Iraqê di qonaxeka nazik û giring re derbas dibe.. divê hemû alî xwe li destûrê bigirin û pirsên xwe bi rêya destûrê çareser bikin.
(ajans pukmedia / pna)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment