AMED-HEWLÊR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- UNESCO'yê roja Newrozê wek mîrata çandî ku divê bê parastin qebûl kir.
Wezareta kulturê ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara UNESCO’yê ya derbarê Cejna Newrozê kir ku biryar da. Cejna Newrozê wek mîrata çandî a cîhanî bê jimartin.
Duhî Rêxistina UNESCO’yê li ser daxwaza welatên ku Cejna Newrozê pîroz dikin wek Îran,Efxanistan û çendîn welatên din, biryar da kulturê Newrozê bi giştî wek beşeke kelepûrê me’newî ya cîhanê yanê wek cejneke cîhanî bê jimartin.
Derbarê vê biryarê de wezîrê kulturê yê herêmê Felekedîn Kakeyî got:” Em bi germî pêşwazî li vê biryara UNESCO’yê dikin bi taybetî ku xelkê Kurdistanê beşeke girîng a wan mîlletan e ku cejna Newrolê pîroz dikin û ji îro pê de emê hewl bidin di hevpeymaniya kulturê a wan mîlletan de beşdar bin.”
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment