Thursday, October 1, 2009

Ji 159 zarokên kurd re 2 hezar 639 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Li gorî daneyên Koordînatoriya Hewildana ji bo Zarokan Edaletê di salên 2008-2009'an de bi hinceta, "Kevir avêtina polîsan", "Nîşaneya serkeftinê kirine", "Li ber ala rêxistinê rawestiyane" û "Slogan avêtine" 267 zarok hatin darizandin û ji bo 78 zarokan 240 salî heta 688 salan cezayê girtîgehê hatiye xwestin.

Li gorî daneyan di encama darizandinê de heta niha 175 sal cezayê girtîgehê li zarokan hatiye birîn.

Ji bo 159 zarokên demenê wan di nevbera 12-17 saliyê de diguhere 2 hezar 639 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment