Sunday, December 13, 2009

Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin cem hev

Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin cem hev
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwest ku ji bo hestî winda nabin, wekî li deverên din ên cîhanê bangeya testa DNA'yê bê ava kirin.

Dayîkên Şemiyê di hefteya 246'emîn de jî bi armanca balkişandina ser aqûbeta windayan li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayîkên pankarta, "Bila winda bên peydakirin, kiryar bên darizandin" vekir û wêneyên windayan û kulîlk hilgirtin. Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Dondu Ergîn xwest ku berpirsyarên windakirina hezaran kesî Kenan Evren, Mehmet Agar, Tansu Çîller û Necdet Menzîr bên darizandin. Ergîn diyar kir ku Evren û havalên wî bi boyaxkirina wêneyan nikarin xwîna bi destên xwe ve paqij bikin. Ergîn bi bîrxist ku gotina hewildana demokratîk avêtin holê lê li aliyêdin zarok tên qetilkirin. Ergîn gotina, "Êdî bes se" dubare kir û diyar kir ku heta mafên xwe bi dest dixin dê têkoşîna xwe bidomînin.

'Dewlet li şûna kujeran xizmên windayan sûcdar dibîne'

Piştre Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci pirsa, "Serfermandariya giştî ya leşker û subay vegerandîn makîneya qetilkirinê çima bêdeng dimîne" kir û wiha domand: "Xwîşka Huseyîn Taşkaya ku hefteya borî serpêhatiya birê xwe vegotibû, rastî tacîza polîsan hat. Dewlet li şûna kujeran darizîne hêj jî xizmên girtiyan wekî gumanbar dibîne. Ji bo hestiyên tên peydakirin neyên windakirin, ji bo vê lazim e wekî li cihên din ên cîhanê bangeyên testa DNA'yê bên avakirin. Bila rastî derkevin holê." Piştrî axaftinan çalakiya rûniştinê ya bêdeng pêk hat û dayîk belav bûn.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment