Sunday, December 13, 2009

Guleya polîsan bû sedema rijyana çavê zarokê 15 salî

Guleya polîsan bû sedema rijyana çavê zarokê 15 salî
Polîsên mudahaleyî çalakiya bi armanca şermezarkirina girtina DTP'ê pêk hatî, kir, çavê zarokê 15 15 salî Burhan Karataş kor kir.

Li Taxa Bayramtepe ya Navçeya Başakşehîra Stenbolê bi armanca şermezarkirina girtina DTP'ê û protestokirina şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek pêk hat. Polîsan bi guleyên plastîk, bombeyên gazê û ava şidayî mudahaleyî komê kir. Di encama guleyên polîsan avêtîn de zarokê 15 salî Burhan Karataş ji çavê xwe birîndar bû û ligel hemû mudahaleyan jî çavê wî kor bû. Mamê Karataş, Mahîr Karataş diyar kir ku nezanîne ku li taxê bûyer derketine û wiha pêde çû: "Hevalek wî hat û diyar kir ku Burhan birîndar bûye. Di dema çalakiyan de Burhan û çend hevalên wî li aliyekê rawestiya bûne. Polîsan gule li çalakgeran barandine. Li ser vê yekê cismek ku nayê zanîn çiye li çavê wî ketiye.

'Vî cismî dikarî mejiyê wî belav bike'

Karataş diyar kir ku birîndarê xwe birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gungorenê lê li wir qebûl nekirine û li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Vakif Gurebayê razandine. Karataş wiha got: "Li vir emeliyata yekemîn pêk hat û cismê di çavê wî re çûyî hate derxistin. Di çavê wî de neteqiya ye. Doştor diyar kir ku di çavê wî de biteqiya tê mejiyê wî belav bikira. Ji ber bê derfetiyên nexweşxaneyê me birîndar bire Nexweşxaneya Samatyayê û ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê jî lê li van deran bi hinceta cih tune ye hilnedan. Piştre me li Nexweşxaneya Hasekiyê bi cih kirin." Karataş diyar kir ku dê serî li ÎHD'ê bidin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment