Sunday, December 13, 2009

Prof. Dr. Kaboglu: Aşkerakirina biryara girtina DTP'ê li dijî Makezgonê ye

Prof. Dr. Kaboglu: Aşkerakirina biryara girtina DTP'ê li dijî Makezgonê ye
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Îbrahîm Kaboglu nerazîbûn nîşanî awayê aşkera kirina biryara girtna DTP'ê da û wiha got: "Bêyî bone neyê nivîsandin û aşkera kirin biryara girtinê nayê daxuyandin. Ev yek li dijî Makezgonê ye. Bêyî çalakiyên DTP'ê yên wekî hinceta girtinê nîşan dane, aşkera bike, daxuyandina biryara girtinê li dijî Makezgonê ye." Kaboglu terkirina DTP'ê ya Meclisê jî wekî rewşek bê tahîl nirxand.

Serokê Dadgeha Makezgonê Haşîm Kiliç bêyî boneya hincetên wekî sedema girtina DTP'ê nîşan dane ji rayagiştî re daxuyî ne, biryara girtinê aşkera kir. Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Îbrahîm Kaboglu nerazîbûn nîşanî awayê aşkera kirina biryara girtna DTP'ê da û wiha got: "Bêyî bone neyê nivîsandin û aşkera kirin biryara girtinê nayê daxuyandin. Ev yek li dijî Makezgonê ye. Bêyî çalakiyên DTP'ê yên wekî hinceta girtinê nîşan dane, aşkera bike, daxuyandina biryara girtinê li dijî Makezgonê ye. Kiliç derketiye peyamên siyasî dane. Vê yekê jî wezîfeya Makezgonê cardin daye nîqaşkirin. Ji ber vê yekê biryarek wekî girtina partiye siyasî girîng e. Heta mirov sedeman nebîne nikare tiştek bêje. Tiştên ji bo AKP'ê diyarkirîn di dema girtina DTP'ê de jî dubare kirine. Bêyî sedeman bîne ziman şîrove kirine. Bi kîjan sedeman biryara girtinê dane. Ev girîng in. Behsa 4'emîn benda Xala 68'emîn a Makezgonê dikin. Lazim e bone di zûtirîn demê de bên aşkera kirin."

'Wezîfeya Dadgeha Makezgonê hakemiya siyasî nîne'

Kaboglu derbirî ku heta bone neyê aşkera kirin, nayê zanîn ku ji ber kîjan sedeman ev partî hatiye girtin û wiha domanD: "Serokê dadgehê wekî daxuyaniyek dide çapemeniyê, nikare li ser girtina partiyekê şîroveya bike. Rewşa dadgehê ya niha li gorî Makezagonê nîne. Bi biryara dika dikarî şer bide rawestandin. Di dema daxuyandina biryarê hakemiya civakê dike. Wezîfeya Dadgeha Makezagonê hakemiya siyasî ya civakê teşe dike nîne. Tiştên ji bo biryara AKP'ê gotîn niha cardin dubare kirin. Ev dadgehê dike mijara nîqaşan. Leyla Zana ne endama partiyê ye lê qedexeya siyasî danê. Ev 24 meh bû radewistiyan dikarin 24 roj din rawestin û boneya van biryara binivîsin. Hingê me dê bigotina ev kar cidî kirine. Wezîfeya Makezgonê ew e ku rêvebirina di nav saziyan de hêsan bike."

'Axaftina Turk girîng e'

Li ser mijarê Kaboglu axaftina Turk wekî pêşketinek girîng û di cih de nirxanad û wiha pêde çû: "Lê terkirina Meclisê bêtahîliyek e. Lazim e DTP li Meclisê bimîne. Axaftina Birêz Ahmet Turk wekî werçerxekê ye. Her çiqas biryara dadgehê rexne kiribe jî, min axaftina wî wekî xwe rexnegiriyekê nirxand. Ev axaftina pir girîng hat ji min re. Diyar kir ku dê têkoşîna xwe li ser bingeha demokartîk bimeşînin. Tişta min wekî nakokiyan dîtî terkirina Meclisê ye. Meclis cihê çareseriyê ye. DTP ji Meclisê biçe dê zirarê bide zimanê wê her tim aştiyê vedibêje. Ez alîgirê mayîna li Meclisê me."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment