Monday, December 14, 2009

DTP bû hedefa nijadperestan


14/12/2009

Li Meletiyê komek DTP'iyên ku xwestin bi daxuyaniyekê girtina DTP'ê şermezar bikin, li gel tedbîrên ewlehiyê jî rastî êrîşa komek ulkuyî hat. Polîs û ulkuyiyan a li dora avahiya DTP'ê xistin abluqayê. Avahiya Rêxistina DTP'ê ya navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê jî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşê hat. Di êrîşê de camên avahiyê şikestin.
Di 22’ê mijdarê de di dema gera Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk a Îzmîrê de êrîş li hemberî DTP’îyan hatibû. Di encama êrîşê de gengaşiyek mezin destpêkiribû. Daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Berdevkê Hikûmetê Cemîl Çicek, Serokwezir Erdogan û Wezîrê Karên Hindur Beşir Atalay ji hêla nijadperestan wekî destûra êrîşan hate nirxandin. Pêla nijadperestiyê ya di 22’ê mijdarê dest pê kirî hê jî didome.

PÊLA FAŞÎZMÊ BILIND BÛ
Komek DTP'iyên ku xwestin bi daxuyaniyekê girtina DTP'ê şermezar bikin, li gel tedbîrên ewlehiyê jî rastî êrîşa komek ulkuyî hat. Polîs û ulkuyiyan a li dora avahiya DTP'ê xistin abluqayê.
Rêxistina DTP'ê ya Meletiyê, bi armanca şermezarkirina girtina partiya xwe, xwestin li ber Postaxaneya Navendî ya Meletiyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Nêzî 300 endamên DTP'ê yên ku li ber postaxaneyê civiyan, beriya daxuyaniyê bidin çapameniyê, komek ulkuyî ku li dora wan civiyan û dirûşmên nijadî qêriyan. Koma ulkuyî ku hewaya lîncê da avakirin, ligel polîsan jî êrîş bir ser DTP'yiyan. Endamên DTP'ê jî, ji bo alozî zêde nebin, xwestin derbasî avahiya xwe bibin. Dema endamên DTP'ê derbasî avahiya xwe bûn dîsa rastî êrîşê hatin. Di encama êrîşê de alozî pêk hat. Derdora avahiya Rêxistina DTP'ê, ji aliyê polîs û komek ulkuyî ku ji nêzî hezar kesî pêk tê, hate dorpêçkirin. Hate ragihandin ku polîsan koma ulkuyiyan belav nedikir û piştgiriyek bêdeng dida ulkuyiyan.

LI MERSÎNÊ ÊRÎŞ
Avahiya Rêxistina DTP'ê ya navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşê hat. Di êrîşê de camên avahiyê şikestin.
Li dijî avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navenda navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar êrîş pêk hat. Di encama êrîşa bi şûşeyên cam de camên şibakeyên avahiyê şikesitin. Piştî endamên DTP'ê serê sibê hatin avahiya DTP'ê dîtin ku avahî rastî êrîşê hatiye. Piştî êrîşê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Mêrsînê Prz. Serhat Olmez Serokê Rêxistina DTP'ê ya navçeya Abdullah Sayilgan jî di nav de komek qelebaliq çûn avahiyê û piştî lêkolîn kirin, polîs agahdar kirin û polîsan lêpirsîn dan destpêkirin.
Serokê Rêxistina DTP'ê ya navçeya Yenîşehîrê Abdullah Sayilgan, diyar kir ku kesên êrîşî avahiyê kirine bi serê xwe êrîş pêk neanîne û ev êrîş ji aliyê ferasetekê ve pêk hatiye. Sayilgan, anî ziman ku ev êrîş ji aliyê navendekê ve pêk tên û êrîşkar nayên cezakirin. Sayilgan, destnîşan kir ku ev êrîş wan têk nabin û dê ligel gel têkoşîna xwe bidomînin. MELETÎ- MÊRSÎN

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment