Monday, December 14, 2009

PDK û YNK çima bêdeng in?



14/12/2009

Ligel ku hemû partî û rêxistinên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê nerazîbûna xwe ya ji bo girtina DTP’ê anî ziman, PDK û YNK bêdengiya xwe ya li hemberî girtina partiyê didomînin.
14 partî û rêxistinên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê biryara Dadgeha Makeqanûnê ya Tirk a der barê DTP’ê de bi zimanekî tund şermezar kir. Lê balkêş e ku PDK û YNK di nava partiyên ku daxuyaniya ji bo şermezarkirina biryarê de cih nagirin.
PDK û YNK’ê heta niha di fersendê de piştgirî daye polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê û xwestine ku li ber dilê gelê kurd şîrîn bikin. Lê dema DTP hate girtin jî ketin nava bêdengiyê. HEWLÊR

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment