Monday, December 14, 2009

Mexmûriyan xwest bêdeng nemînin


14/12/2009

Bi hezaran jinên endamên Meclîsa Jinê ya Îştar a Mexmûrê ku li ber Şaredariya Mexmûrê hatin cem hev û ber bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan. Di meşa ku koma di greva birçîbûnê de, xwendekar û welatiyên li wargehê beşdar bûn. Li ber Nûnertiya NY'yê li ser navê Meclîsa Jinê ya Îştarê Berîvan Demîr, diyar kir ku divê rêwşa jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê sererastkirin û riyên diyalogê bêne vekirin. Demîr, anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin lazim e parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê peywira dikeve ser milê wan bi cih bîne û wiha got: "Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê, li hemberî polîtîkayên tunekirinê yên li ber Rêberiya me û gelê me, helwesteke zelal nîşan bide. Lazim e parlamentoyê polîtîka û siyaseteke ku berjewendiyên kurdan biparêzin, bimeşînin." Jinên beşdarî daxuyaniyê bûn piştre çûn serdana kesên di greva birçîbûnê de bûn.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment