Monday, December 14, 2009

Ji KCD’ê makezagona ‘Kurdistana xweser’


14/12/2009

Civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê bi dawî bû. Berdevkê KCD’ê Hatîp Dîcle encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. Dîcle anî ziman ku kongre dê hewldanên xwe yên ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gava yekemîn de derbixin ‘hepsa malê’ xurt bikin û Koma Xebatê ya Makeqanûnê ji bo ku Kurdistana Xweser di Makeqanûna Tirkiyeyê de bê tekûzkirin lezê bide xebatên xwe.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rojeva taybet li Amedê civiya û piştî dan û standinên du rojan dom kirin biryarên girîng hatin girtin. Berdevkê KCD’ê Hatîp Dîcle encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir.
Di encamnameyê de girtina DTP’ê ya ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve bi zimanekî tund hate şermezarkirin û bang li gel hate kirin ku îro saet di 11.00’ê de hevserok û parlamenterên DTP’ê ku dê ji Enqereyê bêne Amedê bi awayekî girseyî pêşwazî bikin. Di encamnameyê de girtina DTP’ê wekî îxaneta li biratiya gelan hate binavkirin.
Dîcle ragihand ku di kongreyê de ev biryar hatine girtin:
"3 Li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn a kurd lê dijîn lazim e yekîtiya bi KCD'ê hatiye pêkanîn bi konferanseke neteweyî bê temamkirin.
3 Li hemberî bêîradekirin û rêxistinkirinê gelê kurd dê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan berxwedanê mezin bike. KCD bang dike ku di nav demeke kin de dawî li pergala Îmraliyê bê û Ocalan derbasî malekê bibe.
3 KCD li hemberî pergala operasyonên leşkerî û siyasî yên zordariyê li ser gelê me dikin, bi biryar e ku bi hemû rê û rêbazên demokratîk têkoşînê bide.
3 KCD dixwaze hemû girtiyê azadiyê yên di encama zordariyan de hatine girtin û ceza li wan hatiye birîn serbest bên berdan. Heta girtîgeh vala dibin û girtiyên azadiyê serbest tên berdan têkoşîn dê bidome.
3 Sedema hemû pêkanînên li ser bingeha îmha û înkarê Makezagona bi hişmendiya leşkerî hatiye çêkirin a 12'ê îlonê ye. KCD bang dike ku bi guherandina hind xalan pirsgirêk çareser nabe, ji bo çareseriyeke aştiyane û bi rûmet lazim e Makezagonek, Kurdistana Xweser û Tirkiyeyeke demokratîk wekî hedef dibîne bê çêkirin.
3 Gelê kurd bi hezaran salane bi berxwedanê nasname û hebûna xwe parastiye. Tu lîstik û şidet nikarin asta têkoşîna azadiyê hatiyê paşve bixe. Di bin hemû şert û mercan de têkoşîna azadiyê dê bê bilindkirin. Serkeftin dê bibe ya gelên bindest. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment