| 14/12/2009 |
| |
| Nerazîbûnên li hemberî girtina DTP'ê berdewam dikin. Li Navçeya Ebexê ya Wanê, Navçeya Melazgira Mûşê, li Erzirom, Mêrdîn, Elezîz, Hatay û Agiriyê bi daxuyaniyan girtina DTP'ê bi tundî hate şermezarkirin. ERZIROM Bi armanca şermezarkirina DTP'ê li Taxa Mahalebaşiyê ya Erziromê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya bi sedan kes beşdar bûne de pankartên, "DTP gel e gel li vir e", "Em jibo aştiyê ji jiyanê re amade ne" û "Kevokên aştiyê hêviya me hûn in" vekirin. Endamê MP'ya DTP'a hatî girtin Ferhat Kaya jî beşdarî daxuyaniyê bû. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Erziromê yê berê Medenî Aygul diyar kir ku biryara girtina DTP'ê ne hiqûqî siyasî ye û wiha got: "Gotinên AKP'ê yên hewildana kurd wekî darbeyek li hemberî kurdan pêk hatiye." Piştî daxuyaniyê girse bi sloganên ji bo Ocalan hatine avêtin belav bû. MÛŞ/MELAZGIR Bi sedan kesên li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya berê hatin cem hev dowîzên, "Muhatab Îmralî ye", "Li dijî êrîşên nijad perest mil bidin hev" û "Hemûna gelê kurd nayê înkarkirin" hildan. Li ser navê girseyê bênavber ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slogan avêtin, Serok3e Rêxistina DTP'ê yê berê Yavuz Kiliç daxuyanî da. Kiliç diyar kir ku biryara dadgehê şermezar dikin û wiha axivî: "Ev biryarek cih nade kurdê azad a înkarker e. Derket holê ku hewildana wan jî sexte ye. Bi hewildanê xwestin gelê kurd têk bibin lê ev lîstika wan vala derket. Di bin biryarê de jî îmzeya AKP'ê veşartiye. Ji ber vê yekê banga me li gelê kurd heye ku ji niha pêve ji partiyên dijmin îstîfa biin û tev li têkoşîna azadiyê bibin." WAN/ERDÎŞ Li Navçeya Erdîşa Wanê jî bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê daxuyanî hate dayîn. Girseya pankarta, "Baz ji hêlînê firî azadî cardin liçiyan e" vekir, li ber avahiya DTP'ê ya berê hate cem hev. Li ser navê koma sloganên, "Em dê cîhana bêyî Ocalan di serê we de bînin xwar", "Dest nede îradeya me" û "PKK gel e gel li vir e" avêtin Rêveberê DTP'ê yê berê Mustafa Demîr diyar kir ku dê li Amedê xwedî li biryara sîneyî mîlet derkevin û wiha got: "11 endaman jî heman biryar daye. Ev ye jî diyar dike ku cihê tu fikirînan tune ye." Serokê Rêxistina DTP'ê ya Erdîşê yê berê Velî Avci jî diyar kir ku biryara DTP'ê darbeyek li hemberî têkoşîna azadiya gelê kurd e û wiha domand: "Cardin têkoşîna me ya mafdar nîşan daye ku çiqas li ser piya ye. Çi biryar derkeve bila derkeve em ji têkoşîna xwe venagerin." Avci balikşand ser êrîşên di demên dawî de li dijî gelê pêk tê jî û wiha pêde çû: "Ji 35 kesên hatin binçavkirin 14 jê hatine girtin. Ev kes bêyî delîl tên girtin. Polîs ketiye dû provokasyonan." Piştî daxuyaniyên polîsên avahî dorpêçkirin, li nasnameya kesên ketîn partiyê û derketîn nêrî. ELEZÎZ Li Navçeya Depê ya Elezîze bi armanca şermezarkirina girtina DTP'ê û şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nêzî 150 kesî li Kolana Komarê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Rêxistina DTP'ê ya berê Abdulkadîr Gul, diyar kir ku mafê kurdan ên demokratîk ji destê wan tê derxistin û di şexsê Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de li wan neheqî tê kirin. Gul, anî ziman ku wan bi kampanyayekê Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kiriye û dê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî daxuyaniyê komê bi dirûşmeyên "Bijî aşitî", "DTP gel e, gel li vir e" berz kirin û heta avahiya rêxistinê meşiyan. MÊRDÎN Platforma Demokrasiyê ya Mêrdîn jî, bi heman armancê li ber avahiya DTP'ê ya Bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li gel nûnerên saziyên sivîl û civakî gelek kes amade bûn. Li ser navê platformê Serokê Şaxa ÎHD ya Mêrdîn, Prz. Erdal Kuzu, diyar kir ku bi girtina DTP'ê re vîna siyasetê ya 2 milyon û 200 hezar kesî ji destê wan hatiye derxistin. Kuzu wiha got: "Dadgeha Makezagonê biryarek birdozî û dij hiqûqî da. Dadgeha Makezagonê bi feraseta xedexe û li dijî azadiyan tev geriya." Piştî daxuyaniyê girsê avahiya DTP'ê ziyaret kir. HATAY Endamê Hewildana Tevgêra Yekîtiya Demokratîk (DBH) a Hatayê Prz Şukran Dag Cabîr jî daxuyaniyek bi nivîskî da. Cabîr, da daxuyaniyê de diyar kir ku tu nêta hikûmetê ya çareseriya pirsgireka kurd tune û wiha hate gotin: "Tirkiye, li ser navê bi hêzbune di nava hêzên cîhanê de hêza xwe winda dike. Dixwazin bi poresayon, zixt û zordariyê hêza kurd belav bikin. Girtina DTP'ê di vê projeya AKP'ê deye. Ji bo rante bi dest bixin DTP kirin qurbana xwe. Ev yek ji bo Tirkiyeyê xeteriyek mezin e." Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Semra Berrak jî bi daxuyaniyek niviskî girtina DTP'ê şermezar kir. AGIRÎ Xwendekarên Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê, bi mebesta şermezarkirina girtina DTP'ê li navenda Agiriyê civiyan. Xwendekaran di nava tedbîrên ewelehiyê yên berfireh de li ber Rektoriyê daxuyanî dan çapameniyê. Di daxuyani ku dirûşmeyên "Destên dirêjî aştiyê dibin bila bişkin", "Destên dirêjî DTP'ê dibin bila bişkên" biryara Dadgeha Makeqanûnê hate şermezarkirin û diyar kirin ku biryara girtina DTP'ê biryarek siyasî ye. Di daxuyaniyê de, mudexaleya li hemberî çalakiyên şermezarkirina girtinê jî hatin şermezarkirin û da zanîn ku kurd dê ji niha û şûn de jî bi bîrdoziyê ke bidomînin. EBEX Li navçeya Ebexê ya Wanê, bi armanca şermezarkirina girtina DTP'ê û şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxuyanî dan çapameniyê. Nêzî 100 kesên ku li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya berê ya Ebexê ya li ser Kolana Wanê hatin cem hev, dirûşmeyên "Destên dirêjî DTP'ê dibin, bila bişkên", "Pêkutî me bêzar nakin", " Bjî Serok Apo" avêtin û girtina DTP'ê şermezar kirin. Serokê Rêxistina DTP'ê yê navçeyê ku hate girtin Metîn Adugît, destnîşan kir ku biryara Dadgeha Makeqûnûnê siyasiyê û da zanîn ku biryara girtînê dê kurdan ji têkoşîna wan, bêzar neke." Adugît, anî ziman ku gelê kurd dê têkoşîna xwe ya azadiyê hîn bibiryartir bimeşînin û xwest gel têkoşîna xwe bilindkir bike. © Azadiya Welat |
Monday, December 14, 2009
Nerazîbûnên li dijî girtina DTP'ê berdewam dikin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment